Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Rojnamegerên jin: Dewleta tirk a dagirker ji hêza jinan ditirse

Rojnamevanên jindiyar kirin ku armanckirina jinan ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve nîşan dide ku bê çiqasî jinan ditirse û bêdengiya li hember teror û komkujiya rojnamevanan şermezar kirin.

Dewleta tirk a dagirker bi hevkariya malbata sîxur Barzanî û çeteyên wê başûrê Kurdistanê dagir dike û bi êrîşên dagirkeriyê re sivîlan, rojnamevan, siyasetmedar şehîd dike. Dewleta tirk a dagirker herî dawî di 23’yê tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê ya başûrê Kurdistanê bi balafirên bêmirov wesayîta rojnamevanan bombebaran kir û rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn şehîd bûn. Rojnamevanên jin ên başûrê Kurdistanê şehîdkirina rojnamevanên jin axivîn.

Rojnamevan Peryan Ehmed, ewilî rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn bi bîr anî û wiha axivî: “Ez bejna xwe li ber şehîdan ditewînim, armanckirina jinan ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve nîşaneya wê rastiyê ye ku ew çi qas ji hêza jinan û rê û rêbaza wan ditirse. Ez bi tundî rexne li desthilatdariya kurdî û wan sendîka û aliyan dikim ku li hember vê teror û komkujiyê bêdeng in û bertekê nîşan nadin. Em destnîşan dikin ku em ê her tim li ser rê û rêbaza rastî û heqîqetê berdewam bibin û rêya xwe winda nekin, em ê bersiva van êrîşan bidin û tola şehîdên xwe bistînin.”

Rojnamevan Bêrîvan Bergareyi jî diyar kir ku ev teror nikare bê alîkariya xeta xiyanetê pêk were û wiha got: “Em vê êrîşê şermezar dikin, ne gengaz e ku dijmin bê xeta xiyanetê bikare bi vî awayî wan bişopîne û me guman tune ye ku hevkariya dewleta tirk a faşîst tê kirin, dijmin wisa difikire ku em ditirsin, lê em qet natirsin û em ê rê û rêbaza şehîdên xwe bidomînin û ew ê bersiva me ji bo êrîş û kiryarên qirêj ên dijmin dê hebe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar