Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Leşkerên dagirker parsûyên Hevserokê DEM Partiyê şikandin

Leşkerên tirk ên dagirker bi awayekî honae êrîşî çalakiya Dayikên Aştiyê kirin parsûyên Hevserokê DEM Partiya bajarokê Tilqebînê Lezgîn Kosen parsûyên wî hatin şikandin û li nexweşxaneyê tê tedawîkirin.

Meclisa Dayikên Aştiyê bi daxwaza “Ji şer re na, a niha aştî” li bajarokê Tilqebînê ya navçeya Silopiya Şirnexê li hev civiyan û dest bi çalakiya nobetê kirin. Leşker û polîsên dagirker êrîşî çalakiya Dayikên Aştiyê kirin bi lêdan û êşkenceyê 3 jê rojnamevan 22 kes kirin binçavan.

Hevserokê Rêxistina DEM Partiya Bajarokê Tilqebînê Lezgîn Kosen bi lêdanê hat binçavkirin û ji bo kontrola tenduristiyê wî radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiya. Li nexweşxaneyê hat tespîtkirin ku parsûyên Kosen hatine şikandin û li nexweşxneyê tê tedawîkirin.

Li gel Kosen, Hevşaredarê Cizîrê Abdurrahîm Dûrmûş, endamê Meclisa Şaredariya Silopiya Abdullvahap Admiş, endamê DBP’ê Sadûn Aklant jî bi lêdanek giran re rû bi rû man e.

Navê kesên hatine binçavkirin ev in: Endama Meclisa Partiyê ya DBP’ê Gogercîn Aras, Hevseroka DEM Partiya Mêrdînê Necla Acibucak, Hevserokê DEM Partiya Cizîrê Yilmaz Sanri, Hevşaredarê Cizîrê Abdurrahîm Dûrmûş, Perîhan Nayir, Nurten Sancar, Baran Bakin, Serdar Kayaalp, Abdulvahap Admiş, Abdulazîz Baysak, Îbrahîm Kaylan, Nurî Salgucak, Sadûn Aklant, Muryeme Turan, Davût Kalkan, Dahila Admiş, Aynur Ayas, Mehmet Akman.”

Nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) Zeynep Durgut û Mahmut Altintaş, nûçegihana JinNewsê Derya Ren jî ku çalakiyê dişopandin bi lêdanê hatin binçavkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar