Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 7 Haziran 2025

Oldaran banga aştî û hezkirina navbera ol û baweriyan kirin

Oldaran êrîşên dewleta tirk a dagirker şermezar kirin û banga aştî û hezkirinê di navbera ol û baweriyan de kirin.

Oldaran êrîşên dewleta tirk a dagirker şermezar kirin û li dijî êrîşên dagirkeriyê banga aştî, hevgirtin û hezkirinê di navbera ol û baweriyan de kirin.

Oldarên ji kantona Efrîn-Şehbayê êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser gelê herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi tundî şermezarkirin û banga hevgirtinê li gel kirin. Endamê Saziya Olî ya Kantona Efrîn û Şehbayê Mehmûd Kemal Cemo nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta tirk da û bi van gotinan xîtabî dewleta tirk kir: “Tirsonak e, çekên te çi bin bila bibin me natirsînin. Tu bi navê Xwedê mirovan qetil dikî û wan koçber dikî. Ji hezaran salan ve em wekî xwişk û bira bi hev re dijîn. Ol ji kiryar û gotinên we bêguneh e.” Cemo bang li rêxistinên mafên mirovan kir li hember van êrişan, erkên xwe bi cih bînin. Cemo di heman demê de got ax a wan e û ew ê heya mirinê bi rûmet li ser bijîn.

Endamê heman saziyê Reşad Hebeş jî destnîşan kir ku di êrişên dewleta Tirk a dagirekr û çeteyên wê de li dijî Şehbayê de piranî jin û zarok 4 şênî şehîd bûn û hejmarek birîndar bû Hebeş êrişên dewleta tirk wek “kiryarên zalimên bêexlaq û bêol” wesifand û destnîşan kir û çete û terorîst li dijî gelê sivîl ê aştîxwaz bûne yek. Hebeş ev li gotinên xwe zêde kir: “7 sal e em ji Efrînê koçber bûne. 7 sal e sivîl tên hedefkirin.”

Hebeş bang li hiqûqnasan û hêzên navneteweyî kir ku destwerdanê bikin, êrişan rawestînin û hesabê ji sûcdaran bipirsin, sivîlan biparêzin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar