Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 7 Haziran 2025

PDK bi dagirkerên tirk re gundê Başûr şêlandin

Artêşa tirk a dagirker bi hevkarî û xayintiya PDK’ê li başûrê Kurdistanê ji bo dagirkerî û talanê careke din êrîş bir ser qadên sivîlan. Dîmenên gundê Dergelê yê Metînayê nîşan didin ku mal û zeviyên gundiyan bi çi rengî hatine şêlandin.

Artêşa tirk a dagirker ji 23’ê nîsana 2021’ê û vir ve bi hevkarî û xayintiya PDK’ê bi armanca dagirkeriyê êrîşî herêma Metînayê dike. Ev operasyonên li bakurê herêmê di 16’ê hezîrana îsal de hîn berfireh bûn û derbasî başûrê herêmê bûn. Bi taybetî Metîna, Golka, Şêlazê, Dergelê û Bazê bûn hedefa êrîşên dagirkeriyê. Ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser Başûr, bi hezaran kes neçar man ji gundê xwe koç bikin. Dergelê jî yek ji wan gundan e ku ji aliyê PDK û dewleta tirk ve hatiye talankirin û xelkê wê ji neçarî koç kiriye.

Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku êrîşên giran li ser malên gundiyên Dergelê hatin kirin. Artêşa tirk û PDK hewl didin gund vala bikin, lê belê gundî her cara ku firsendê dibînin li cih û warê xwe vedigerin. Aşkere bû ku artêşa tirk bi balafirên şer êrîş bir ser malên gundiyan û piştre jî mal û malzemeyên li malên gundiyan diziye. Ev yek di dîmenan de jî tê dîtin.

Gundiyan diyar kirin ku dewleta tirk bi rêya PDK’ê ji wan xwestiye, gund biterikînin. Lê belê dema ku gundî li gundê xwe vegeriyan, dîtin ku ti tişt mîna berê nîne. Lewma PDK’ê ji vê talanê berpirsyar dibînin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku berê ji gundê Dergelê gelek kes bûn pêşmerge û li herêmê şer kirin. Lê belê ji ber PDK’ê îro xwîn û keda bi sedan welatparêzan tê firotin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar