JINNEWS di 18-19 û 20’ê îlonê de dosya nûçeyan a bi ser navê ‘li Colemêrgê şerê taybet’ weşand û hefteyek piştî vê der barê serçeteya fuhuş û hişbirê Ayşegul A de ji ber tundî li P.K kiriye di 27’ê îlonê de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê ve lêpirsîn hat destpêkirin. Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê der barê gumanbar Ayşegul A. de ji sûcê ‘birîndarkirina hêsan’, ‘der barê jiyana taybet de dîmen û deng îfşakirin’ de di 27’ê îlonê de îdianame amade kir û îdianame ji aliyê 2’yemîn dadgeha ceza ya Colemêrgê ve hat qebûlkirin.
Di îdianameyê de îfadeyên mexdûr P.K û gumanbar Ayşegul A. û 12 zarokên temenê wan navbera 14 û 14’an de ku alîkarî dane Ayşegulê cih girtin. Ligel vê girtekên hêzên ewlehiyê, rapora kontrola edlî, forma pêşniyarkirina lihevkirinê, qeyda serjimar û sivîla edlî û dosya lêpirsînê cih girtin.
Di îdianameyê de hat diyarkirin ku 6’ê hezîranê de li Colemêgê li erdekî vala P.K hatiye derbkirin, dîmenên derbkirinê di çapemeniyê de hatiye parvekirin û li ser vê serdozgeriya komarê ya Colemêrgê lêpirsîn daye destpêkirin. Li gel îfadeya Ayşegul A., îfadeyên zarokên dîmen kişandin jî cih girtin. Zarokan diyar kir ku li ser daxwaza Ayşegulê dîmen kişandine û Ayşegul A jî got ji ber ji P.K hêrs bûye lê daye û îdia kir ku ji dîmen agahiya wê tuneye.
Der barê zarokên ku vîdeo kişandine jî ji sûcên ‘gef’, ‘heqeret’ û ‘binpêkirina jiyana taybet’ lêpirsîn hat vekirin.
Di îdianameyê de hat gotin ku vîdeoya mijara gotinê ye 12’ê hezîranê de hatiye parvekirin û hat tespîtkirin ku hesab aydê Ayşegul A. ye. Hat gotin ku P.K lihevkirin qebûl nekiriye û der barê mijarê de serlêdana sûc kiriye. Di îdianameyê de der barê gumanbar Ayşegul A. de heta 4 salan ceza hat xwesetin. Gumanbar Ayşegul A. di danişînê de mafê bêdengiyê bi kar anî. Danişîn taloqî 4’ê kanûnê hat kirin.