Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ku di hilbijatinan de li Kurdistanê têkçûne, bi darbeya qeyûman şaredariyên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dagir dikin. Desthilata faşîst piştî şaredariyên Mêrdîn, Colemêrg, Êlih,Xelfetî û Esenyurtû, duh şaredariyên Dêrsîm û Pulurê dagir kirin. Piştî dagirkirina şaredariya Dêrsêm ya DEM Partiyê û şaredariya Pulurê CHP’ê her devera bajêr bû qada berxwedanê.
Gel li dijî rejîma xespê, herikî qadan. Piştî ku polîsan bi bombeyên gazê û ava bi tazyikê êrîşî kir, li kolanan agir hate vêxistin û barîkat hatin danîn.
Ciwan belavî her kolanên bajêr bûn û berxwedan domandin.
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî hate Dêrsîmê û bi hatina wê re, li avahiya DEM Partiyê ya li Dêrsîmê civîn hat çêkirin.