Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Bi mezinkirina têkoşîna jinê re em ê tecrîdê bişkînin’

Endama Meclîsa Jinan a HDK’ê Gulşen Dagdogen got ji bo fikriyata HDK’ê û rêxistibûna meclîsa jinê mezin bikin û got: “Hedefa me ev e ku em bi hemû jinan li qadê têkoşînê mezin bikin tecrîdê bişkînin û aştiyê ava bikin. Em bang li hemû jinan dikin ku di bin sîwaneya meclîsa jinan HDK’ê de xwe rêxistin bikin.”

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) konferansa jinan û 13’yemîn Lijneya Giştî bi dirûşmeya “Bi hevî, berxwedan û bi hev re berbi azadiyê” pêk anîn. Endama Meclîsa Jinan a HDK’ê Gulşen Daşdogen der barê dema nû ya HDK’ê de ji JINNEWS’ê re axivî.

Gulşen Daşdogen da zanîn ku HDK bi fikriyata jiyanekwe wekhev, azad û avakirina jiyan û têkoşînek hevpar derketiye holê û got: “Ev ji aliyê gelan ve bi kelecan hatiye pêşwazîkirin. Di konferans û lijneye de tabloya derket holê pêknehatina xwerenexbûnê bû. HDK’ê di pratîkê de zêde mayînde nebû û ji ber vê em dema nû wek dema rêxistibûna nû dibînin. Bi vê kelecan û hêviyê em hedef dikin û aştiyê ava dikin. Yek tiştên din a di konferansê de derket holê ku li dijî xizaniyê têkoşîn bê mezinkirin û her wiha hewcedariya aştiya civakî bû. Em li dijî qirkirina jinan, mirinên zarokan têkoşîna hevpar hedef dikin.”

Gulşen Daşdogen destnîşan kir ku dema nû de wê wek meclîsa jinan têkoşînê rêxistin bikin û wiha axivî: “Armanca me mezinkirina rêxistinbûnê ye, li her bajarî navçeyî xwegîhandina jinan e. Ji bo vê em ê li qadan bin û rêxistibûnê mezin bikin. Hedefa me avakirina hişmendiya civakiye. Li dijî polîtîkayên şer wê têkoşîna me ya mezincidî hebe. Yek ji sernavên din ya konferansê de derket holê parastina cewherî bû. Ji bo parastina fizîkî û mezinkirina hişmendiyê planên me yên atolyayan heye. Em ê bi rêxistinên jinan re têkoşinê mezin bikin. Parastina cewherî ya herî xurt rêxistinbûna me ye.”

Gulşen Daddogen, daxuyand ku li dijî tecrîdê dema nû de nexşerê bişopînin û wiha berdewam kir: “Aştî pêwiste. Berpiyarsiyariya me heye ku em vê bikin rojevê. Çavkaniya hemû pirsgirêkan tecrîde. Dema nû de hedefa me ev e ku tecrîd bê şikandin û aştiyeke mayînde bê avakirin. Ji bo vê wê xebatên me bidomin. Em ê di bin sîwaneya Meclîsa Jinan a HDK’ê de rêxistibûna xwe bidomînin û hemû jinan vexwendiyê rêxistibûnê dikin. Em di hefteya 25’ê Midjarê de ne. Em ê 25’ê Mijdarê li Tunela Taksîmê bin. Em hemû kesî vexwendiyê Tunela Taksîmê dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar