Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

‘Divê li her taxeke Amedê komeleyeke çandê bê vekirin’

Serokê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Celal Ekîn qala xebatên komeleya xwe kir û wiha got: “Divê li her taxeke Amedê komeleyeke çandê bê vekirin. Divê civak çand, ziman û dîroka welatê xwe hînî zarokên xwe bike.”

Serokê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Celal Ekîn derbarê pêvajoya avakirina komeleyê û xebatên wê de ji Ajansa Welat (AW) re axivî. Celal Ekîn ê qala pêvajoya girtina Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê kir, wiha got: “Roja hate girtin me gotibû hûn bigirin em ê careke din vekin. Me kafeyeke bi navê Duçem vekir. An ku bi wateya Dîcle û Firatê. Me xebatên xwe bi vî awayî berdewam kirin. Ji ber ne komele bû me careke din serlêdan kir ku Dîcle û Firatê vekin. Ji ber biryara girtina wê hatibû dayîn, me jî bi navê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê komele vekir. Armanca me ew bû ku em saziya xwe ji nû ve ava bikin û xebatên ku di nivî de mabûn bidomînin. Lê mixabin hêj salek derbas nebûyî pandemî hat. Pişt re êrişî saziya me kirin hin kompîtur û alavên me desteser kirin. Dû re me got em xebatên xwe bidomînin erdhej çêbû. Me sazî ji gel re vekir. Bi sedan mirovên me, malbatên me qasî du mehan me li vir bi cih kirin. Em xwedî li wan derketin.”

Celal Ekîn, diyar kir ku piştî pêvajoya erdhejê xebatên xwe ji cihê mayî berdewam kirin û wiha domand: “Niha jî xebatên me yên li ser zarokan, xebatên dengbêjiyê, qursên tembûr, erbane, govendê hene. Dengbêjên me hene. Bi Mala Dengbêjan re bi hevkarî xebatên xwe dikin. Dawiya hefteyê rojekê em li vir dîwana dengbêjan datînin. Zêdetirî du salan e ev bername didome. Wekî din qursên me berdewam dikin. Gel jî serî lê dide xwedî lê derdikeve. Hevalên me yên li vê dere bi dilxwazî û bêyî berjewendî xebatên xwe dikin.”

Celal Ekîn, banga xwedî derketina li saziyan li civakê kir û ev tişt gotin: “Divê civak çand, ziman û dîroka welatê xwe hînî zarokên xwe bike. Zêdetir bi saziyên çand û hunerê re têkiliyê deynin û zarokên xwe bişînin van deran. Derve weke hutekî ye. Hişbir, dizî, qumar tiştên nebaş hene û pêşî li van tê vekirin. Li derve pergaleke gemar heye. Ji ber vê divê xwedî li zarok û ciwanên xwe derkevin û wan bişînin saziyên çand û hunerê. Divê hunermend û rewşenbîr di van saziyan de cihê xwe bigirin. Bi dildarî kar û xebatên xwe bikin.”

Berfirehiya nûçeyê li ser lînka jêr dikarin bixwînin.

‘Divê li her taxeke Amedê komeleyeke çandê bê vekirin’

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar