Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Êrîşên çeteyên tirk didiomin, helebî tên bakur û rojhilatê Sûriyeyê

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Merenaz, Şêx Îsa û Um El Hûşê yên kantona Efrîn- Şehbayê topbaran dikin. Her wiha nêzî 3 hezar helebî derbasî herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê bûn.

Di çar rojên dawî de piştî çeteyên Heyet Tehrîr El Şam gelek tax û gundên Helebê dagir kirin, şêniyên Helebê berê xwe dan bakur û rojhilatê Sûriyeyê. Di rojên dawî de nêzî 3 hezar welatî derbasî herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê bûn.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a bakur û rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku 2 hezar û 892 welatiyên ji herêmê, ji Helebê vegeriyane. Rêveberiya Xweser diyar kir ku ji vê hejmarê 2 hezar û 158 xwendekar in.

Piştî êrîşa çeteyên Heyet Tehrîr El Şam a li ser Helebê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji tevahî saziyên xwe xwest ku derbasbûna şêniyên ji Helebê tên herêmê hêsan bikin û alîkariyên pêwîst pêşkêşî wan bikin.

Tevahî saziyên têkildar banga xwendekar û şêniyên li Helebê bi cih tînin. Yekitiya Ajokaran a kantona Reqayê û Yekitiya Şaredariyan a kantona Tebqayê bi dehan otobus şandine Helebê û bê heq şêniyan ji Helebê tînin.

Şerê li Helebê didome. Duh balafira şer a Ûris navenda Helebê bombe kiribû. Di êrîşa hewayî de 16 sivîl hatibûn kuştin û 20 sivîl jî birîndar bûbûn. Di şerê li herêma Idlib û Halebê de herî kêm 327 kes hatin kuştin. Li gorî daneyên Saziya Mafên Mirovan a Sûriyeyê SOHR’ê bi piranî endamên çeteyan û mîlîsên Şam, Îran û artêşa neteweyî ne. Zêdeyî 40 kesî jî sivîl in.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar