Serokê MHP’ê Dewlet Bahçelî ji 1’ê Cotmehê de ji bo kurdan bixapîne serî li rêbazên cuda dide. Bahçelî pir baş dizane ku êdî projeyên wê yên Osmaniya nû encam nagire. Em projeyên Osmaniya nû dînin aliyekî êdî şerê li Rojhilata Navîn her ku diçe geş dibe ji bo xwe talûke dibîne. Tirkiye êdî baş dizane ku di vê guhertin û veguhertina li Rojhilata Navîn de hem projeyên ku danîbûn pêşiya xwe encam nagire, hem jî axa ku di 100 salên dawî de dagir kiriye jî dê ji destê wê biçin. Çawa ku di dîrokê de Kurd ji bo xwe kirin piştek û hebûna xwe li ser Kurdan berdewam kir û heta îro hatin, îro dîsa dixwaze hebûna xwe li ser Kurdên kole û Kurdên bê îrade berdewam bikin.
Dema em ji 1’ê Cotmehê heta niha li daxuyaniyên Bahçelî dinerin di hemû axaftinên wî de li aliyekî bang li partî, nûner û serokên Kurdan dike, li aliyê din ji wan dixwaze ku dest ji doz û armanca xwe berdin û li gorî teslîmiyetê tev bigerin.
Dema ku di 1’ê Cotmehê de destê xwe dirêjî nûnerên DEM Partiyê kir got aşkere got li cîhanê şer heye û divê em aştiya navxweyî xurt bikin. Ew baş dizanin ku şerê li cîhanê pêş dikeve dê wan jî bi xwe re bişewitîne. Ji bo ku ji vî agirê şerê cîhanê neşewitîn dixwazin Kurdan ji bo xwe bikin sîper û mertal.
Em dipirsin gelo çibû, ji nişka ve Bahçelî Kurdan wekî dostên xwe û xwişk û birayên xwe dibîne? Ev gotinên Bahçelî ku dixwaze xwe bi kurdan şêrin bide xuyakirin dişibin çîroka “Şengê Pengê”. Çawa ku gur ji bo karê bizinê bixwin her carê xwe dike reng û kirasekî, Bahçelî jî ev nêzî 2 meh in ji bo Kurdan bixapîne her carê xwe dixe reng û kirasekî. Di 1’ê Cotmehê de destê xwe dirêjî nûnerê Kurdan kir û kemînek danî. Cara duyemîn di 15’ê cotmehê de xwest Rêber Abdullah Ocalan bang li PKK’ê bike ku xwe tasfiye bike. Bi vî şeklî xwest teslîmiyetê li Kurdan ferz bike. Cara sêyemîn hefteyek şûnde xwest Rêber Abdullah Ocalan bê meclisê biaxive û piştî banga îlankirina tasfiyekirina PKK’ê ji mafê hêviyê sûdê bigire. Piştî wê roja dîtir yanî di 23’yê Cotmehê de destûr dan ku Omer Ocalan biçe Îmraliyê û hevdîtinê bike. Lê piştî dîtin ku Rêber Ocalan dîsa xwedî helwesta berê ye û şertên wî yên ji bo çareseriyê hene, dîsa tecrîd ranekirin û deriyê Îmraliyê venekirin. Dijberî vekirina Îmraliyê dest bi tayînkirina qeyûman kirin.
Serokê MHP’ê Bahçelî piştre di 26’ê Cotmehê de dîsa di sempozyuma Ziya Gokalp de got “Tirkekî ji kurdan hez neke ne tirk e, kurdekî ji tirkan hez neke ne kurd e.” û bal kişand ser têkiliya kurd û tirkan. Lê dîsa plana ku dixwest pêk nehat. Dîsa di tayînkirina qeyûman, binçavkirinan de berdewam kir.
Di 28’ê Cotmehê de jî got li Tirkiyeyê qet û qet pirsgirêka kurdan tune ye. Herî dawî got Kurd û Tirk mîna goşt û neynûkê ne.
Dewlet Bahçelî herî dawî di 26’ê mijdarêde got “Divê di navbera Îmraliyê û Koma DEM Partiyê de hevdîtinek rû bi rû pêk bê. Em vê gotina xwe bi biryar nû dikin.” Lê piştî wê li ser navê DEM Partiyê Hevserokên DEM Partiyê di heman rojê de serî li Wezareta Dadê dan û xwestin biçin Îmraliyê. Hefteyek derbas bû, lê hêj daxwaza hevserokên DEM Partiyê nehatiye bersivandin. Ji 1’ê Cotmehê heta niha hemû serlêdanên parêzeran û malbatê tê redkirin.
Di nava 2 mehan de ji bo gelê kurd bixapînin û bi Kurdên kole, bê vîn, Kurdên teslîmbûyî re dostaniyê pêş bixin û dîsa di şerê sêyemîn ê cîhanê de Kurdan ji bo xwe bikin mertal û dînin pêşiya xwe serî li hemû rêbazan didin. Li aliyekî bang li Kurdan dikin û xwe bi kurdan didin şêrînkirin, li aliyê din bi balafirên şer êrîşî Rojava dikin. Qeyûm tayîn dikin, operasyonên qirkirina siyasî pêş dixin. Bi destê komên çete êrîşên gelê Rojava dikin.
Li aliyekî bang li Kurdan dikin û dixwazin bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin; li aliyê din destûr nadin ku malbat, parêzer, Hevserokên DEM Partiyê û heyetên ku dixwazin biçin Îmraliyê.
Gelo eger heyet, parêzer, malbat, baro û nûnerên rêxistin û saziyên civakî nikaribin biçin Îmraliyê û Rêber Ocalan nikaribe der barê geşedanên li Rojhilata Navîn û cîhanê de bibe xwedî agahî û çavdêrî dê çawa pirsgirêk çareser bibe. Eger li aliyekî xwe bi Kurdan bide şêrinkirin û qeyûman tayîn bike dê çapa pirsgirêk çareser bibe. Li aliyekî Kurd û Tirkan wekî xwişk û bira bibîne û li aliyê din li ser serê Kurdan bombeyan bibarîne dê ev pirsgirêk çawa çareser bibe?
Li aliyekî bibêjin li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd tune, li aliyê din hêza parastina kurdan qebûl neke û wekî rêxistina terorê pênase bike, tecrîda li Îmraliyê berdewam bike û rê li pêşiya muzakere û diyalogê bigire dê ev pirsgirêk çawa çareser bibe? Îro em ji kijan kurdî dipirsin êdî van nakokiyên dewletê tevan baş dibîne û baş dixwîne. Êdî gelê Kurd dizane çi rast e, çi şaş e. Dizane çi kemîn e, çi xapandin e. Gelê Kurd êdî xwe nas kiriye û cîhanê nas dike. Êdî xwedî hêz, zanîn û rêxistin e.