Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Em dikarin çeteyan ji hev bixin

Meclisa Leşkerî ya Minbicê îdiayên der barê kombûna çeteyan li derdora Mibnicê de jî derewandin û got: “Em diyar dikin ku ev dîmen ne rast in. Hêzên me dikarin komên çeteyan ji hev bixin." Meclisa Leşkerî daxuyand ku hêzên wan hewldaneke derbasbûna gundê Til Eswed a li Başûrê kantona Minbicê ya çeteyên dewleta Tirkiyê a dagirker şikandin.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê der barê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û îdiayên malperên ser bi çeteyan ve de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji duh sibeha heya vê kêliyê xeta bakur, rojhilat û rojava topbaran dike. Carekê balafireke xwekuj bi kar anî. Balafirên bêmirov û biçek ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker jî 2 caran êrîşî gundê Qeraayê kirin.

Hêzên me di çarçoveya mafê parastina rewa de, li baregehên çeteyan ên li derdora bajarê Babê xistin. Di encamê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.

Di dema bersivdayîna êrişên çeteyan de, 3 şervanên me gihîştin asta şehadetê.

Di çarçoveya şerê ragihandinê de, malperên girêdayî çeteyan dîmenek kevin weşand û îdia kirin ku komên çete li derdora Minbicê ne. Em diyar dikin ku ev dîmen ne rast in. Hêzên me dikarin komên çeteyan ji hev bixin.

Hêzên me teqez dikin ku ew amade ne bi hemû rêbazên şer ên guncaw bersiva êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bidin.”

Her wiha Meclîsa Leşkeriya Minbicê diyar kir ku Hêzên wan hewldaneke derbasbûna gundê Til Eswed a li Başûrê Kantona Minbicê ya çeteyên dewleta Tirkiyê a dagirker şikandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku saet di 2’ê sibehê de komeke girêdayî çeteyên dewleta Tirk a dagirker derbasî gundê Til Eswed ya başûrê kantona Minbicê bûne.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi wan re şer kirin, operasyon hat şikandin û çete reviyan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar