Li Sûriyeyê ji 27’ê Mijdarê (2024) ve geşedanên pir bi lez û aloz heye. Komên dijberî rejîma Baas di nava 12 rojan de bajarên Heleb, Hema, Humus, Dera, Siweyda û herî dawî jî paytex Şam bi dest xistin.
Bi vî rengî Hikûmeta Şamê ya bi pêşengiya Beşar Esat ket.
Rewşa bajarên Tertus û Latkiye ku hîn tu kom neketinê û baregehên Rusyayê li wan deran hene, nediyar e.