Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê faşîzma kesk li ser gelan dimeşînin. Gelek malbatan zor û zehmetî jiyan û hêj jî dijîn. Yek ji van malbatan jî malbata Opçîn e ku li gundê Şelê yê navçeya Hênê ya Amedê dijî ye. Weke gelek malbatên kurd, çîrokeke dil biêş ya malbata Opçîn heye. Malbata Opçîn a ji 10 kesan pêk dihat niha mane 7 kes.
Lawikê malbatê Vedat Opçîn (Masîro Amed) li dijî van zext û zoran di sala 2011an de tev li PKKê dibe. Vedat Opçîn ê li dijî êrîşên DAIŞ’ê yên li ser rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de berê xwe dide wir bi 6 hevalên xwe re di 27’ê Tîrmeha 2017an de li bajarê Reqayê jşehîd dibe Cenazeyê wî bi merasîmekê li wir tê definkirin û malbat jî li gund şînê datîne. Xwişka Opçîn, Sarya Opçîn (Çavrê Amed) jî di Hezîrana 2017’an de berê xwe dide çiyayan û tev li nava refên PKK’ê dibe. Sarya di 29’ê îlona 2017’an de an ku piştî birayê wê jiyana xwe ji dest dide du mehan li gel sê hevalên xwe li herêmên Axtikan û Barav ên li navçeya Licê ya Amedê di encama bombebarana helîkopter û balafirên şer de jiyana xwe ji dest dide. Cenazeyê Saryayê ji bo otopsiyê dibin Stenbolê û malbat piştî 22 rojan dikare cenazeyê keça xwe wergire û li gund vedişêre.
Bav Huseyîn Opçîn di encama zext û zorên dewletê de bi hinceta îfadeyên şahidan ewilî di sala 2005an de tê girtin û piştî 6 mehan tê berdan. Huseyîn Opçîn pişt re bi heman hincetê di salên 2007 û 2008’an de jî bi rêzê 3 mehan û du meh û nîvan tê ragirtin û dîsa tê berdan. Bav Huseyîn Opçîn ji van dosyayan beraet dike û tazmînatê jî werdigire.
Bav Huseyîn Opçîn ê zext û zora li malbata wan hatiye kirin û hêj berdewam dike vegot, bal kişand ku çawa her du zarokên wî jiyana xwe ji dest dan, zexta li ser malbata wan dest pê kiriye û wiha got: “Çawa her du zarok şehîd ketin. Dewlet her roj li ser serê me ye. Em nikarin xwe tev bidin. Her roj giliyê me dikin. Hefteyê carek du car zextê li me dikin. Ji ber dosyayên me zêde ne her tim li ser me disekinin. Ewqas zilm li me kiriye ewqas me zirar û ziyan dîtiye. Ji navçeyê bigire, navçeyên derdorê heta Amedê hemû dizanin me çiqas zor û zehmetî kişandiye. Em dîsa dixwazin ev dewlet aştiyê pêk bîne. Em naxwazin kes bimire.”
Huseyîn Opçîn destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, muxatab Rêber Apo ye û wiha domand: “Bila li ser maseyê bi birêz Abdullah Ocalan re biaxivin. Bila aştiyekê pêk bînin. Heta Abdullah Ocalan neyê berdan û li ser maseyê bi wî re neaxivin. Em rehet nînin. Ev pirsgirêk encax bi axaftinê dikare çareser bibe. Ev doz bi tank, top û çekan nayê qedandin. Ev mesele encax li ser maseyê dikare were çareserkirin.”