Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...
Perşembe - 13 Şubat 2025

Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Bi ketina Baasê re Sûriye bi ku ve diçe?

Piştî aloziya 13 salan, rejîma Bassê li Şamê ket. Ev ketin bi guherînên ku her kesî qal dikir, bi êrîşa Hemasê di 7’ê Cotmeha 2023’yan destê pê kir ku Hizbulah ket nava şer û agir belav bû. Pêvajo bi kuştina serokê Îranê Îbrahîm Reîsî û paşê Îsmaîl Heniya û piştre Hesen Nasrulah serkreterê giştî yê Hizbulahê re dest pê kir. Herî dawî jî ketina rejîma Bassê bi reva Beşar El-Esed herêm ket nava rewşeke guherîn û rijandina xwînê li ber derî ye.

Xelkê Sûriyê bi giştî bi ketina Baas kêfxweş bû û lewma hîne neketine ferqê ka yên hatine kî ne. Yên dest danîne ser Şamê û axa Sûriyeyê ku artêşa rejîmê vekşiya, çeteyên DAIŞ û islamîstên tunderew in ku hovîtiya wan wê sînorên serdema DAIŞ jî derbas bike. Xelkê Sûriyeyê şahî çêkirin ji ber Bass ket û kêfxweşiya wan nahêle bi aliyên hatî bifikirin. Ev rewş belkî heta çend hefteyan dirêj bike lê paşê wê hişyar bibin û bibînin ka Sûriye ber bi ku ve diçe. Dema dinivîsandina vê gotarê, nûçeyek belav bû ku komên çete li Şamê zanyarekî di warê Kîmiya yê Sûriye bi navê Hemdî Îsmaîl di mala wî de kuştine. Xuyaye wê hemû kesên zanyar û pispor ji nav bibin û bikujin û çawa li Reqqayê di serdema DAIŞ de qewimî niha jî biqewime.

Em werin aliyê din ê Kurdan ku ji bo xelkê Efrînê yê li Şehba rastî komkujiyekê neyê, biryara veguhestina wan a Rojhilatê Firatê hat girtin û zêdetirî 200 hezar kurd ji wê herêmê hatin derxistin. Ev jî guhertina demografî ya ku dewleta Tirk li pê bû pêk hat. Di vê mijarê de aşkere bû li ser nebûna Kurdan li rojhilatê Firatê hêzên navdewletî û di sêrî de Rûsya û Îran û dewleta Tirk bi erêkirina DYA li hev kirine.

Li aliyê din em werin ser rewşa Minbicê. Li gorî hin agahiyan, Minbic bi lihevkirina di navber dewleta Tirk û Amerîka de ji hêzên HSD’ê hatiye valakirin da sînor bibe çemê Firatê. Heta nivîsandina van peyvan jî rêveberiya xweser û HSD’ê tu daxuyaniyên fermî nedabûn, lê gelek dezgehên çapemeniyê ev lihevkirina di nava aliyan de ragihand û bi vê re jî li ser erdê dewleta Tirk û çete ketin Minbicê û li gelek deveran komkujî pêk anîn ku ji wan komkujiyan jî ya li nexweşxaneyê bû ku birîndarên li ser textan bi çekan gulebaran kirin.

Ev rêze bûyerin ku li ser hev qewimîn ku nîşaneya pêvajoyekî nû ye, lê xelk li Rojavayê Kurdistanê çarenivîsa xwe mereq dike û çav li dezgehên çapemeniyê yên Rêveberiyê û Rêveberiya Xweser in. Milet heta dawiyê li pişt rêveberiyê ye û çi biryarê bigrin em pê bawerin, lê divê Rêveberiya Xweser jî derkeve ji milet re bi zelalî bibêje ka çi li pişt perdê çêdibe û çi pilan dimeşe û divê milet çawa tevbigere. eşkere bike ka çi diqewime û divê çi bikin. Divê rastî çiye were gotin û milet were agahdarkirin. Ev milet dema zanibe li derûdora wan çi diqewime, ew ê jî tedbîrên baştir bigre û di rewşeke cuda de şaş nemîne. Dîsa dezgehên ragihandinê û bi taybet TV ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di warê ronîkirina bûyeran û ragihandina rewşê de gelekî kêm man. Çavê milet li dezgehên çapemeniyê û pêşengên Rêveberiyê ye ka çi bêjin û divê ew jî li gorî vî barî berpirsyariyên xwe pêk bînin. Bi rêbazên Kilasîk encam nayê girtin û divê çi li Holê ye zelal were gotin. Dawiya dawî ev gel rêveberiye û rêveberî jî ji vî gelî ye.

Nûçeyên Têkildar