Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

PDK astengdaran jî mêxdûr dike

Astengdarên ku 3 meh in mûçeyên xwe wernegirtine diyarkirin ku ji ber nedana mûçeyan ew di rewşek zehmet a jiyanî re derbaz dibin û daxwaz kirin ku bi muçeyê wan jî bi qasî yê astengdarên girêdayî hikûmeta Iraqê bê zêdekirin.

Malbata Barzanî ya ku rêveberiya Herêma Federe ya Kurdistanê dagir kiriye, malbata xwe dewlemend dike û gel jî xîzan dikan. Astengdarên Herêma Kurdistanê nêzî sê meh in muçeyên xwe wernegirtine. Astengdaran di derbarê nedana mûçe û bandora wê ya li ser jiyana wan a rojane axivîn.

Serokê Komeleya Roj a Astengdaran Ehmed Şêx Yehya diyarkir ku nêzî sê mehin astengdaran muçeyên xwe wernegirtine û got: “Ji ber nedana muçe jiyana astengdaran di nava zehmetiyên mezin de derbaz dibe. Pereyê ku hikûmet dide astengdaran ne mûçe ye, alîkarî ye.”

Di dewamê de Ehmed Şêx Yehya da zanîn ji berku muçeyê astengdaran 100 ta 150 hezar dînare, hikûmet dikare ji dahata navxwe bi asanî mûçeyê wan bide.

Ehmed Şêx Yehya aşkere kir ku heta niha ew du caran li gel wezîra karûbarên civakî civiyane û wezîr soz ji wan re daye ku here Bexdayê û mûçeyê wan jî wek yê astengdarên Iraqê lê were kirin. Ehmed got, lê heta niha ev yek bicih nehatiye.

Di dawiyê de jî Ehmed Şêx Yehya diyarkir ku ew wek astengdar jiyanek zehmet derbaz dikin û ji ber wê ew dixwazin hikûmet di zûtirîn dem de mûçeyê wan wek yê astengdarên Iraqê lê bike.

Li ser heman mijarê Berdevkê Komeleya Roj a ji bo astengdaran Dilêr Şêx Cebar jî diyarkir ku çawan hemû kes li benda serê mehê û dayîna mûçe dimînin, astengdar jî li benda alîkariya ku mehane bi wan re tê kirin dimînin. Lê ev nêzî sê meh in ev alîkarî nehatiye kirin.

Dilêr Şêx Cebar da zanîn ku di aliyê tendirustiyê de ti sigortayek wan a tendirustiyê nîne û wiha dom kir: “Dahata me ya mehane gelek kême, niha ew jî nadin. Ev jî di demek de ye ku piraniya astengdaran pêwîstiya wan bi çareseriya pizîşkî heye. Wek astengdar salan e pêwîstiya me bi guherîna kelûpelên pizîşkî heye.”

Astengdarê bi navê Aram Kemal jî destnîşankir ku ji ber nebûna derman a li nexweşxaneyan ew neçarin dermanên xwe li derve bi nirxek giran bikirin û ev jî barê li ser milê wan hîn girantir dike.

Aram Kemal da zanîn ku ew dixwazin hikûmet muçeyê wan zêde bike û dermanan li nexweşxaneyan peyda bikin. Aram got: “Hikûmeta Iraqê mehane 400 hezar dînar dide astengdaran û di dema xwe de mûçeyê wan belav dike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar