Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Çeteyên Tirk li Şehbayê sûcên dijmirovahî pêk anîn

Îbrahîm Xelîl ê ku ji kantona Şehbayê koçber bû diyar kir ku çeteyên Şehbayê ew dorpêç kirin, hinek ji şêniyan dîl girtin û hovîtî li wan kirin û wiha got: “Çeteyan 2 jin ser jê kirin. Yek ji wan jinên ku hatine serjêkirin, navê wê Raniye ye û ya din jî hevjîna şofêrekî bû ku ez navê wê nizanim. Her wiha çeteyên dewleta Tirk a dagirker 3 birayên hev yên ji pêkhateya Ereb ên li Tilqirahê ser jê kirin.”

Çeteyên dewleta Tirk la dagirker li dijî gelê kantona Efrînê û Şehbayê sûcên hovane û dijmirovahî pêk anîn. Şêniyên kantonê di dema koçberiyê de rastî sûcên mîna serjêkirin, kuştin, îşkencekirin, revandin û talankirina mal û milkan hatin. Îbrahîm Xelîl ê 60 salî yê ji bajarê Efrînê yê dagirkirî, du caran bi koçberiyê re rû bi rû ma. Carekê di sala 2018’an de ji bajarê xwe koçber bû û cara duyem jî ji Şehayê ku di 2’yê Kanûna 2024’an de ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hate dagirkirin. Îbrahîm Xelîl piştî ku bi darê zorê ji gundê Ehresê yê kantona Şehbayê derket, ew û malbata xwe derbasî Qamişloyê bûn.

Îbrahîm Xelîl diyar kir ku di 18’ê Adara 2018`an de em cara yekem ji Efrînê derketin û hatin Şehbayê, lê êş û azara koçkirina ji Şehbayê du qat bû. Xelî da zanîn ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker (Artêşa Nîştîmanî) li Şehbayê ew dorpêç kirin, hinek ji şêniyan dîl girtin û hovîtî li wan kirin û wiha got: “Piştî ku çeteyên Artêşa Nîştimanî hatin wir, gefa kuştinê li xelkê xwarin, tirs kete nava xelkê. Çeteyan 2 jin ser jê kirin. Yek ji wan jinên ku hatine serjêkirin, navê wê Raniye ye û ya din jî hevjîna şofêrekî bû ku ez navê wê nizanim. Her wiha çeteyên dewleta Tirk a dagirker 3 birayên hev yên ji pêkhateya Ereb ên li Tilqirahê ser jê kirin. Çete ji Ezazê hatine û bi hinceta ku bi rêvebiriyê re dixebitin, ew her sê bira serjê kirin.”

Xelîl anî ziman ku ew bi darê zorê ji gundê xwe hatin derketin, çete ketin mala wî û talan kirin û şewitandin û wiha domand: “Berî şewitandina mala min, bi hinceta ku ez bi Rêveberiya Xweser re kar dikim, hemû tiştên malê dizîn. Çeteyan mal û milkên hemû xelkê wir talan kirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar