Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Xerîb Hiso: Gotin û kiryarên HTŞ’ê hev nagirin

Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso diyar kir ku gotin û kirinên Heyet Tahrîr El Şam hev nagirin û wiha got: “Kiryarên ku derdikevine pêş ji kiryarên berê ne kêmtirin. Kiryarên xeter derdikevin pêş. Gelê Kurd heta niha li ber xwe dane û wê ji noha şûnde jî li ber xwe bidin. Projeya herî rast a ku pirsgirêkan çareser bike projeya demokratîk e.”

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso li ser geşedanên Sûriyeyê, rewşa HTŞ’’ê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji Ajansa Welat re axivî. Xerîb Hiso li ser talûkeya HTŞ’ê ya ji bo siberojê jî rawestiya û ev agahî dan: “Gotin û kirinên Heyet Tahrîr el-Şam hev nagirin. Kiryarên ku derdikevine pêş ji kiryarên berê ne kêmtirin. Kiryarên xeter derdikevin pêş. Lê ji vê zêdetir ev komên çetewarî, DAIŞ’a ku hebû li ser Tirkiyê tê hesibandin, xeteriyên mezin derdixin holê. Ev aloziyê bêtir kûr dikin. Ev rejîma nû tenê şer dizanin, ji bilî şer tiştekî din nizanin. Derveyî şer tu rê û rêbaz di zêhniyeta van çeteyan de tuneye. Kiryarên van li Efrîn, Şehba û Serêkaniyê diyar in. Hinek ji van koman di nav Heyet Tahrîr Şam de jî hene. Dema ku HTŞ pêş ve çû, hêzên rejîmê reviyan van êrîşî gelê Şehbayê kir, xwestin gel esîr bigirin. Heke ku mudaxale çênebûya wê gelê Şehbayê hemû êsîr bigirtana û tev bikirana koleyê, wek kole bikar bianiyana. Dê komkujî pêk bianîna.”

Xerîb Hiso bal kişand ser nêzîkatiya dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd û wiha pêde çû: “Tirkiye di siyaseta xwe ya qirkirina gelê Kurd de israr dike. Ji bo vê yekê jî bi her awayî destekê dide çeteyan. Bi salan e vêya dike. Dixwaze Mîsaq-i Mîlî pêk bîne. Dixwaze çeteyên DAIŞ’ê yên ku li Holê ne rizgar bike.Lê divê Tirkiye dev ji vê siyaseta xwe berde, tu faydeya vê siyasetê ji Tirkiyeyê re, ji gelê Tirk re tuneye. Gelê Kurd bi salan e li dijî van polîtîkayan li ber xwe daye dê bide jî, bedelên giran jî daye.”

Xerîb Hiso herî dawî li ser çareseriyê hêvî û daxwazên xwe jî anî ziman û ev tişt got: “Ev hikûmeta ku li Şamê hate ragihandin jî em hêvî dikin ku demokrasiyê, mafê hemû pêkhateyan esas bigire. Heke wisa nebe wê alozî û pevçûnên di Sûriyeyê de kurtir bibin. Bi vî awayî jî ev pirsgirêk çareser nabin. Projeya herî rast a ku pirsgirêkan çareser bike projeya demokratîk e. Divê em yekitiya xwe bêtir xurt bikin. Ev destkeftiyên bi fikrên hemdem, bi berdêlên giran hatine bidestxistin piparêzin. Em zêdetir hêza xwe biparêzin, nirxên xwe biparêzin, îrada xwe biparêzin. Ji bo vê jî divê em bêtir piştgirî bidin Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser.”

Bi ketina Şamê re qrîz zêdetir bûn

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar