Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

HSD: Dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşî başûrê Kobanê dikin

HSD’ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê agirbest binpê kiriye û ji duh êvarê ve bi piştgiriya hewayî ya balafirên bêmirov êrişî bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê a li başûrê Kobanê dikin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî binpêkirina agirbestê ji aliyê dewleta Tirk ve û dewamkirina êrişan de daxuyaniyek da.

Daxuyaniya QSD`ê wiha ye:

“Tevî hewldanên aramkirinê yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê duh û îro jî li ser gelek herêmên derdora Kobanê, Bendava Tişrînê û Eyn Îsayê berdewam kirin.

Duh êvarê saet di 18.00’an de çeteyên artêşa Tirk a dagirker bi piştgiriya hewayî ya balafirên keşfê ji 3 baskan ve êrişî herêma Bendava Tişrînê kir. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiv da. Di pevçûnan de kuştî û birîndarên wan çêbûn û neçar bûn ku ji herêmê birevin.

Li herêma Pira Qereqozaqê û gundê Bîr Heso yê dikeve başûrê bajarê Kobanê, balafirên bêmirov ên artêşa Tirk saet di 23.00’an de bi 3 êrişên hewayî herêm bombebaran kir, her wiha artêşa Tirk a dagirker bi dehan moşek û top li herêmê barandin.

Li Eyn Îsayê, duh êvarê, balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker li gundê Hoşanê li erebeyekê xist, her wiha gundên rojhilatê Eyn Îsayê û rojavayê Girê Spî jî bi dehan topên hewanan bombebaran kirin.

Îro danê sibê komên çete bi piştgiriya hewayî û bejayî ya artêşa Tirk a dagirker, ji gelek baskan ve êrişeke berfireh li ser herêma Bendava Tişrînê pêk anî. Di van kêliyan de şerên dijwar di navbera hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyan de diqewimin. Li herêmê balafirên keşfê yên dagirkeran digerin.

Li hemberî vê yekê û ji ber ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê agirbest binpê kir, her wiha ji ber bombarana dijwar a balafirên keşfê yên bêmirov û topbaranê, duh danê êvarê hêzên me li derdora pira Qereqozaqê balafireke keşfê ya Bayraktar TB2 a Tirk xist xwarê. Her wiha hêzên me ji bo bersivdayîna êrişan li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybet li Kobanê ketine rewşa berevaniyê.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê agirbestê bi kar tînin û hewl didin êriş û planên xwe yên dagirkeriyê bidomînin û dixwazin raya giştî bi kar bînin. Ev yek ji raya giştî re pir xuya ye. Êdî pir diyar e ku bi hemû hovîtiya xwe dixwaze herêmê dagir bike û gelê wê koçber bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar