Ji 27’ê Mijdarê û vir ve rewşeke nû li Sûrî derket holê. Li aliyekî çeteyên girêdayî dewleta Tirk, li aliyê din rêxistina çekdar ku Colanî serkêşiya wê dike li Sûrî ketin nava tevgerê û ji Helebê di demeke nêz de xwe gihandin Şamê. Di nava demeke kurt de jî paytexta Sûrî xistin destê xwe û dawî li rejîma Baasê anîn. Ev rewşa li Sûrî bû destpêka pêvajoyeke nû li rojhilata navîn. Yanî wê guherîna li Sûrî bandora xwe li tevahiya rojhilata navîn bike.
Di vê pêvajoya sê hefteyan de jî dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî Rojava di nava tevgerê de bûn. Ji Til Temir heta Minbic, Reqa, Kobanê û gelek deverên din êrîş pêk anîn. Di van êrîşên qirkirin û dagirkeriyê de zêdetirî 30 welatiyên sivîl şehîd bûn. Dewleta Tirk û çeteyên wê tevliheviya li Sûrî ji xwe re wekî firsendekê dîtin û difikirin ku çiqas karibin qirkirin û dagirkeriyê pêş bixin wê ji wan re bimîne.
Lewma jî me dît ku bê di nava 2-3 hefteyan de çawa êrîşên giran û hovane pêk anîn. Li gorî hesabê wan divê tevahiya Rojava dagir bikin û di Sûriyeya nû de cihê Kurdan tinebe. Tenê derdekî wan heye, ew jî ew e ku Kurd li Sûriyeya nû nebin xwedî statu. Lê ew çi dikin bila bikin, wê nikaribin bigihêjin vê meqseda xwe. Eger Sûriyeya nû hebe, divê cihê Kurdan jî tê de hebe. Eger wekî berê dewam bike jî wê Kurd dîsa hebin. Kes nikare ji vê saetê û şûnde hebûna Kurdan a li ser wê axê înkar bike. Eger di Sûriyeya nû de cihê Kurdan tinebe, wê aqûbeta wê jî bibe wekî ya Beşar Esad.
Dewleta Tirk ji dagirkeriyê û êrîşên qirkirinê têr nabe. Çiqasî dagir bike ewqasê din jî dixwaze. Jixwe yek ji sedema aloziya li Sûrî Erdogan bû. Erdogan bû sedem ku Sûrî negihêje aramiyê. Ji Idlib heta Babê, ji Cerablûs heta Efrîn û Serêkaniyê çeteyên xwe bi cih kirin û hişt ku Sûrî di nava aloziyê de be. Deh hezaran çete li ser wê axê hiştin û bi vî rengî her tim li dijî Rojava jî di nava êrîşan de bû.
Fermandarê giştî yê HSD’ê Mazlûm Ebdî ji bo ku agirbestek pêk were û aramî çêbibe gelek derfet û pêşniyar pêşkêş kirin. Lê dewleta Tirk yekê jî qebûl nake. Derdê dewletê dagirkerî ye. Hun çiqasî bidin vê dewletê, dîsa jî têr nabe. Eger di Sûriyeya nû de dîsa dewleta Tirk hebe, wê demê wê aramî dîsa çênebe. Ji bo vê yekê beriya her tiştî divê dawî li hebûna dewleta Tirk a li ser axa Sûrî bê anîn. Ev roj jî nêzîk e. Hêzên navdewletî lingê dewleta Tirk xistine nava çiravekê. Helbet wê rojekê di wê çiravê de biçe û bikeve. Xuyaye ku dek û dolaban li ser dewleta Tirk digerînin û pê dilîzin. Erdogan difikire ku ewqas dagirkerî wê jê re bimîne. Lê çawa ku van hêzên navdewletî gelek dîktator li rojhilata navîn xistin, wê dawiya Erdogan jî wekî ya wan be.
Dewleta Tirk û çapemeniya wê çiqasî derewan bikin û civakê bixapînin jî, wê helbet rastî derkevin meydanê. Tiştek veşartî namîne û hesabê her tiştî wê rojekê bê dîtin.