Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Çarşamba - 12 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Welatparêzî û şoreşgeriya Kurdistanê

Di çand û exlaqa şoreşgerî de, di têgihiştina Tevgera Azadiya Kurdistanê de, mirov barê giran hildide ser milên xwe, yê sivik ji hevalê xwe re dihêle. Kar û xebatên zehmet mirov dike, yên hêsan dihêle ji hevalê xwe re. Bi sekin, uslûb, pratîk û çalakiyên xwe hevalên xwe bilind dike. Ji ber vê rastiyê Rêber Apo got; “Hevrê, yê ku aniya hevrêyê xwe digihîne stêrkan e.” Têkiliyên hevrêyan bi vê taybetmendiya xwe dibin têkiliyên heqîqetê. Rêber Apo xwe wiha pênase kir: “Di nav wekhevan de, di xizmetê de yekemîn.” Ji roja destpêka têkoşîna xwe ve Rêber Apo her tim barê giran hildaye ser milên xwe. Niha jî di bin şert û mercên herî zor û zehmet de, bêyî ku xwe bifikire, tiştekî ji xwe re bixwaze, gazincan bike, hewil dide ji me re derfetan ava bike. Yanî peywira xwe ya hevrêtî û Rêbertiyê pêk tîne. Li gorî çand û exlaqa şoreşgerî, dibe hevrêyê heqîqî.

Tevgera Azadiya Kurdistanê di têkoşîna xwe ya ji nîv sedsalî zêdetir de gelek destkeftiyên girîng bi dest xistin. Heta ku mirovahî hebe, wê gelê Kurd û mirovahiya pêşverû bi van destkeftiyan bijîn û şanaz bin. Bêguman em nabêjin hemû nirx, pîvan, rêgez, taybetmendiyên erênî, kevneşopiyên civakî-dîrokî Rêber Apo û PKK’ê afirandine. Rêber Apo û PKK jî xelekeke zêrîn li ser têkoşîna gerdûnî û neteweyî ya azadî û rûmetê zêde kirine. Şoreşgerî, welatparêzî, azadî, wekhevî, girêdana bi nirxên neteweyî û gerdûnî û hwd. Bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re careke din watedar bûn. Bi saya têkoşînê ev nirx baştir hatin xwestin, ecibandin û rastir hatin jiyîn. Mînak, niha di nav Kurdan de, li Kurdistanê welatparêzî bi awayekî kûr tê jiyîn. Lê dema Rêber Apo dest bi têkoşînê kir got, “Em li Kurdekî li xwe îxanet nekirî digerin.” Li Kurdistanê geriya, cewherê welatparêziyê gur kir. Li ser bingeha welatparêziyê mîlîtaniya PKK’ê ya têkneçer ava kir. Ji bo wê jî  got, “PKK’yîbûn bi welatparêziyê dest pê dike.”

Pîvanên PKK’ê yê mîlîtaniyê bilind in û bi berxwedan/şerê tunêlan her roj hineke din bilindtir dibe. Yanî dînamîzma şoreşgerî, bi heqîqeta mîlîtanên xwe dikine pirpirokên ji agir, ala rûmet, azadî û mîlîtaniyê her roj li lûtkeyeke din li ba dixe.

Mesela Azê Erdal (Kurdistan Sîdar). Jineke ciwan û delal a Kurd bû. Di 1995’an de di şert û mercên penaberiyê de hatibû dinyayê. Di 2012’an de tevlî PKK’ê bûbû. Li Zapê gerîlla bû. Hevalên wê bi çekên qedexekirî li kêleka wê şehîd dibin. Bi tena serê xwe, li ba cenazeyên hevalên xwe senger digire. Ji mehekî zêdetir bi tenê li hemberî artêşa dagirker û qirker şer dike, artêşekî disekinîne. Ta ku wê jî bi çekên kîmyewî şehîd dikin. Welatparêzî û mîlîtaniya Şehîd Azê, kir ku di wê astê de şer bike. Îmana serfiraziyê, bi îradeya jina azad re bûbû yek û efsaneyek afirandibû. Mirov nikare di nivîseke rojnamê de pênaseya Azêyan bike û wesfê wan bide…Niha jî çiyayên Kurdistanê bi namzetên efsaneyên wisa dagirtî ne.

Mijara me pîvanên şoreşgerî û welatparêziyê ne.

Di van salên dawî de Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî gelekî dibe rojev. Di asta jor de Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurdistanê dixwaze heval û gelê xwe perwerde bikin. Ev stratejî li ser sê lingan hate rûniştandin: Gerîlla, gel û tevgera serhildanê. Piştre Tevgera Azadiya Kurdistanê ev stratejî kûrtir kir. Hate fêhmkirin ku bêyî parastina cewherî gel û gerîlla nagihên hev. Ji bo wê jî weke “stratejiya stratejiyê” parastina cewherî hate rojevê.

Halêhazir serkeftin an serneketin, girêdayî pêkanîn/pêkneanîna stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî ye. Ew jî girêdayî birêxistinkirina parastina cewherî ye. Yên ku parastina cewherî jî serkeftî birêxistin bikin, kadro/mîlîtan û welatparêzên dilsoz û biewle ne. Ev ji bo hemû parçeyên welat derbasdar e, lê niha di asta jiyanî de ji bo Bakurê Kurdistanê pêwîst e…

Ev rastiyeke qedîm e; li vê erdnîgariyê tu çi qasî bi hêz be, tu ew qasî xwedî mafê jiyan û azadiyê yî.

Di vê pêvajoya ku qedera gelan û erdnîgariya me tê diyarkirin de mîlîtanî û welatparêziya rast, di asta herî jor de bilindkirina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ferz dike. Ku bi tevlîbûn û têkoşîna xwe em destê Rêber Apo xurt bikin, wê pêşîya pêvajoya azadî û aştiyê jî vebe. Divê em xwe şaş nekin; Trûmp, Bahçelî, Erdogan û nizam kî çi gotine, bila bêjin! Ew ji xwe re li gorî berjewendiyên emperyalîstan, dagirker û qirkeran diaxivin. Qiblegeha azadîperestan Îmrali ye. Em li bendê bin ka wê çi pêk were; tê wê wateyê ku em li ser pişta Rêber Apo û gerîlla dibin barê ji risasê. Li şûna wê em bi tevlîbûn û têkoşîna xwe barê giran hildin ser xwe; parastina cewherî, tevgera serhildanê birêxistin bikin. Wê demê kes hesabên şaş li ser me nake. Di salên 90’î de, di bin zilma faşîzma reş û tarî de, bi berdêla dehezaran şehîd, bêtirs û xem, gelê Kurd li ber xwe da û bi ser ket. Niha hinekî derfet çêbûne, qadên têkoşînê yên nerm û legal jî zêdetir bûne, ev baş e. Lê ku ev rehetî, derfet, nermbûn, me birizîne, me ji pîvan û rêgezên me dûr bixe, gelekî talûke ye. Di bin her şert û mercî de divê em rêgeha xwe winda nekin, xwe li pîvan û rêgezên rast bixin. Ya herî girîng jî, pîvanên me ne kes û derdorên kêm, şaş û lawaz in; pîvanên me di serî de Rêber Apo; Azê, Asya û Rojgerên me diyar dikin. Ne wisa be, bi nav û rengdêrên kadro û welatparêziyê em ê jî bibin kedxwar û mîrasxûr.

Ji bo îro û pêşeroja azad, em bi reng, rêbaz û rêgezên Rêber Apo Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bilind bikin. Kurdistanê azad, Tirkiyê û Rojhilata Navîn demokratîk bikin.

Çand û exlaqa Şoreşgeriya Kurdistanê vê ji me dixwaze!

Nûçeyên Têkildar