Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Şervanên gel li Bendava Tişrînê derbên giran li çeteyan dixin

Şervan Baz ê li Bendava Tişrînê li ber xwe dide, destnîşan kir ku ew bi îrade û têkoşînê li dijî hemû êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin û derbeyên giran li çeteyan dixin.

Dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên DAIŞ-SMO êrîşî Bendava Tişrîn û Qereqozaxê dikin. Şervanên HSD, YPG û YPJ’ê bi berxwedaneke bê hempa li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê SMO li ber xwe didin û Bendava Tişrînê diparêzin. Şervanên Bendava Tişrînê tevî hemû zehmetiyan berxwedaneke leheng û qehremaniyeke mezin a dîrokî nîşan didin. Şervanên Bendava Tişrînê xwedî moraleke pir bilind in û li hember hemû êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker berxwedaneke bê hempa raber dikin.

Yek ji şervanên Bendava Tişrînê Baz Ereb, berxwedana dîrokî ya ku ew weke lehengên Bendava Tişrînê dibînin ji ANF’ê re vegot.

Şervan Baz Ereb diyar kir ku çete bi piştgirtiya balafirên dewleta Tirk a dagirker êrîş dikin û got: “Dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên xwe êrîşî Bendava Tişrînê dike û bi balafiran piştgiriyê dide êrîşên çeteyan. Şervanên Bendava Tişrînê tevî hemû êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker, bi taybet di qonaxa yekemîn a êrîşa çeteyên dewleta Tirk a li ser Bendava Tişrînê de roleke girîng û dîrokî lîstin. Ev êrîş bû sedem ku hin hevalên me li wir werin dorpêçkirin, ji ber vê yekê hêzên me hemû çekên xwe ji bo şikandina dorpêça li ser şervanên me bikar anîn û tevî dorpêça li ser wan ku bê av û xwarinê man, berxwedaneke bi lehengî û têkoşînek dîrokî hebû didan meşandin.”

Baz Ereb anî ziman ku piştî çend pevçûnên dijwar, hêzên me karîn dorpêça li ser şervanan li wir bişkînin û wiha got: “Şervanan jî di rûbirûbûna êrîşên li wir de roleke girîng û dîrokî lîstin. Di operasyona yekemîn a êrîşa li ser Bendava Tişrînê de zêdetirî 110 çete hatin kuştin.

Li Bendava Tişrînê pevçûnên gelek dijwar diqewimîn û mesafeya şer di navbera me û çeteyan de tenê 15 metre bû. Em bi îrade û têkoşînê li ber xwe didin. Em dikarin êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker pûç bikin û derbên giran li çeteyan bixin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar