Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 7 Haziran 2025

Li T24 û Seyhan Avşar lêpirsîna ’Nazim û Cîhan’ dan destpêkirin

Ji ber nûçeya şehîdkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn derbarê T24’ê de û ji ber parvekirinên têkildarî rojnamegeran, derbarê rojnameger Seyhan Avşar de lêpirsîn hat destpêkirin.

Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di encama êrîşa balafira dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn. Ji ber T24 derbarê şehîdkirina rojnamegeran weşandin û derhênera weşana giştî ya Gerçek Gundemê rojnameger Seyhan Avşar Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” û “belavkirina agahiyên şaş li nava gel” lêpirsîn da destpêkirin.

Seyhan Avşar di parvekirina xwe ya li medya dîjîtal de gotibû: “…Ji bo mirov mafên mirovan biparêze, gelo pêwîst e ku bi me re heman nêrînê parve bike, bi heman rêbaza me rojnamegeriyê bike? Em li gorî çi û li gorî kê ‘terorîst in’? Em çi zû wan gotinan qebûl dikin, ku hinekan ji xwe nabînin. Ma nêrîna me û ya Sînan Ateş yek e ku em xwedî li wî derdikevin? Yan jî, dema ku rojnamevanek ku nêrîna me û wê/î qet naşibe hev, dema ku hate kuştin em ê çi bikin? Em ê bêdeng bimînin? Gelo feraseta me ya edaletê, baweriya me ya heqîqetê li gorî cih û sekna mirovan wê bê guhertin? Heyf e ji me hemûyan re heyf e… Doh du rojnamevanên li vê xakê ji dayik bûn û mezin bûn bi SÎHA’yan hatin qetilkirin. Dema ku ew hatin qetilkirin em bêdeng man, her ku em bêdeng man em biçûk bûn…”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar