Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

‘Divê demildest Abdullah Ocalan serbest were berdan’

Hevserokên DEM Partiyê yên Edene, Mêrsîn û Antalyayayê xwestin kuxwestin tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo bi dawî bibe û gotin: “Tirkiye biryara mafê hêviyê ya DMME’yê bi cih bîne û Rêberê Gelan Abdullah Ocalan were berdan.”

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an û vir ve li pergala qirkirin û êşkenceyê ya Îmraliyê di bin tecîrda mutleq de tê girtin. Rêber Apoi di hevdîtina dawî de got ku tecrîd didome. Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên bajarên Edene, Antalya û Mêrsînê xwestin tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bi dawî bibe û ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd gav bên avêtin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemî xwest ku dewleta tirk biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya mafê hêviyê ya têkildarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bicih bîne û wiha got: “Tecrîd, sûcê li dijî mirovahiyê ye. Bi rastî jî pirsgirêkên girîng ên Tirkiyeyê hene. Lê astengiya herî mezin a li pêşiya çareserkirina van pirsgirêkan, pirsgirêka Kurd e. Heta pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin ne demokrasî dê were ne jî dê aborî baş bibe. Ji ber ku ev 30 sal in bûdçeya vî welatî ji bo vî şerê qirêjî tê xerckirin. Lewma li gorî me divê ev pirsgirêk tavilê were çareserkirin.”

Hevserokê DEM Partiyê yê Antalyayê Îhsan Nergîz jî diyar kir ku tecrîd ji Îmraliyê belavî hemû girtîgehan û civakê bûye û got: “Divê tecrîd tavilê were rakirin û birêz Ocalan bê berdan.”

Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kuş jî anî ziman ku tecrîd hêj didome û wiha pê de çû: “Hevdîtina dawî hêviya rakirina tecrîdê ava kir lê ev pêk nehat. Di bingeha pirsgirêkên welat de polîtîkaya tecrîdê heye. Divê biryarên DMME’yê tavilê bên cîbicîkirin û di serî de Abdullah Ocalan, hemû girtiyên siyasî bên berdan. Em bangî desthilata AKP’ê dikin; hemû şoreşger, demokrat, çepgir, sosyalîst û hwd. ên welat dixwazin birêz Abdullah Ocalan were berdan û weke muxatab bê dîtin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar