Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Çarşamba - 12 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Dijmin û kujerê rojnamegeran

Dewleta Tirkiyeyê li nava sînorê xwe rojnamegeran digire û davêje zindanê. Li dervê sînorê xwe jî êrîşî rojnamegeran dike û qetil dike. Em dema li daneyên çend salên dawî yên Tirkiyeyê dinerin, em bi hêsanî dibînin ku Tirkiye çiqas dijminê rojnamegeran e. Di 2 salên dawî de di sînorê Tirkiyeyê de bi dehan rojnamevan hatin girtin. Tirkiye li dervê sînor jî di 5 salên dawî de bi SÎHA’yan 13 rojnameger qetil kirin.

Dema em tenê li bîlançoya meha dawî binerin, em dibînin ku li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di mehekê de 41 rojnameger hatin binçavkirin, 10 rojnameger hatin girtin û li Rojava jî 2 rojnameger hatin kuştin.

Çima Tirkiye êrîşî rojnamegeran dike. Çima wan li derve qetil dike û li hundir binçav dike, digire û ceza dike. Gelek sedemên wê hene. Sedemek ew e ku dewlet/hikûmet li dijî civake gelek sûcan dike. Ji bo van sûcên xwe veşêre, divê rojnamegerên ku rastiyan ronî dike bêtesîr bike. Dixwaze talan û wêran bike, mafan binpê bike, diziyê bike, axa welatên din dagir bike û gelek sûcên din. Lê yên vê rastiyê ronî dikin rojnamegerên xwedî wijdan û sinc in. Ji ber vê yekê êrîşî rojnamegeran dike.

Kes, hêz, sazî, partî, rêxistin û dewletên ku sûc dikin, ji bo ku neyên darizandin û neyên cezakirin naxwazin ew sûcên wan bên dîtin û bihîstin. Ji bo ew sûcên wan neyê dîtin jî, sûcên xwe vedişêrin. Dema rojnameger û çapemeniya azad hewl didin ku wî sûcê hatiye kirin ronî bikin û bi raya giştî re parve bikin jî dibin hedefa sûcdaran. Kesên sûc kirine, yên ku sûcên wan ronî dike û aşkere dike, ji bo xwe neyar dibînin. Li vir yên ku sûcê sûcdaran ronî dike û bi raya giştî re parve dike rojnameger û çapemeniya azad e. Ji ber vê yekê sûcdar ji çapemeniya azad dike hedefa xwe.

Em bizanibin ku li dijî rojnamegeran û çapemeniyê êrîşek hebe, li wir sûcek heye. Li wir hewldana veşartina sûc heye. Divê her kes zanibe ku li welatekî rojnameger bên darizandin, binçavkirin, girtin û kuştin, li wir sûc û sûcdar tên parastin. Li wir heqîqet tê tunekirin. Li wir civak tê korkirin. Bi girtin û kuştina rojnamegeran dixwazin civakê ker û kor bikin. Dixwazin serbest talan û wêran bikin û sûc bikin.

Eger rojnamegerek û saziyek çapemeniyê bi wijdan û sinc tev bigere, divê rastiyan ronî bike. Eger rojnameger û saziyek çapemeniyê li gorî pîvan û sincê rojnamegeriya gerdûnî tev bigere, divê gel rast agahdar bike û di şopa heqîqetê de be.

Eger rojnamegerek û saziyek çapemeniyê bixwaze bibe dengê heqîqetê û dengê civakê wê demê divê li gorî wîcdan û edaletê tev bigere. Divê her tim aliyê rastî û heqîqetê be.

Îro rojnamegerek li pêş çavê wî mirovek bê kuştin, divê kuşer ronî bike. Divê der barê kuştinê de hemû pirsên di aqilan de ronî bike. Kê kuşt, çima kuşt, sedem û encam çibû?

Êrîşên li ser rojnamevanan nîşanî me dide ku hêzên sûc dikin, ji bo ser sûcê xwe veşêrin êrîşî ronahiyê dikin. Eger li pêş çavê rojnamegerekî-ê diziyek bê kirin zulmek bê kirin, divê ew rojnameger sucdaran ronî bike û bi raya giştî re parve bike. Eger li pêş çavê rojnamegerekî-ê sûcê mirovahiyê bê kirin, divê wan sûcdaran ronî bike heqîqeta wê bi raya giştî re parve bike.

Binerin di 22’yê Kanûnê de komek rojnemeger li Stenbolê ji bo kuştina 2 hempîşeyên xwe yên bi SÎHA yên Tirkiyeyê li nêzî Tişrînê şehîd ketin bibîr bînin û kuştina wan şermezar bikin, hatin binçavkirin. Ji 14 rojnamegerên hatin binçavkirin jê 7 rojnameger hatin girtin. Di 20’ê Kanûnê de komek rojnameger û siyasetmedar li Wanê xwestin kuştina rojnameger şermezar bikin bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Polîsan bi tund êrîşî girseyê kir û 10 jê rojnamevan bi giştî 55 kes binçav kirin. Di heman rojê de serbest berdan. Di Hezîrana 2022an de li Amedê 15 rojnameger binçavkirin û girtin. Zêdeyî salekê girtî man. Çend meh şûnde di cotmeha 2022an de 9 rojnameger li Enqereyê hatin binçav kirin û girtin. 9 rojnameger piştî 9 mehan hatin berdan. Di Nîsana 2023’yan de Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu û Edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz binçav kirin û girtin. Herdu rojnameger nêzî 10 mehan girtî man. Di heman mehê de edîtorê Ajansa Mezopotamya Abdurrahman Gok û Mehmet Şah Orûç binçav kirin û piştre şandin girtîgehê û piştî 7 mehan serbest berdan. Di Mijdara 2024’an de 10 rojnameger binçav kirin û piştî çend rojan serbest berdan. Ev tenê rojnameger bi komî hatin binçavkirin û girtin. Ev tabloya 2 salan nîşanî me dide ku li Tirkiyeyê di 2 salan de bi dehan rojnameger hatin binçavkirin û girtin. Ew qas jî hatin binçav kirin û berdan.

Li  aliyê din em dinerin Tirkiye li dervê sînorê xwe jî êrîşî rojnamegeran dike û wan qetil dike. Li gorî dane û belgeyan em dibînin ku Tirkiyeyê di 5 salên dawî de 13 rojnamegeran bi êrîşên hewayî qetil kirine.

Ev hemû dane rastiya dewleta Tirkiyeyê nîşan dide. Ev dane nîşanî me dide ku hikûmet û dewlet dixwaze ser rastiyan veşêre. Naxwaze gel rastiyan fêr bibe. Naxwaze gel der barê rastiyan de bibe xwedî agahî. Eger li welatekî rojnameger ji aliyê dewletê ve bêne binçavkirin, girtin û kuştin, em dizanin ku li wî welatî demokrasî tune.Em dizanin ku li wî welatî edalet, heq û hiqûq tune ye. Em dizanin ku li wir kaos, qeyran, şer, talankirin, wêrankirin û binpêkirina mafan heye. Em dizanin ku li wir wan rojnamegeran erka xwe ya rojnamegeriya gerdûnî pêk anîye.

Eger em rojnameger xwedî sinc û wijdan bin, divê em her tim li pey heqîqetê bin. Îro rojnamegerên li pey heqîqetê bêne kuştin dibe ku bedena wan bê kuştin, lê ew her dem dijîn. Ew di bedena xwe de heqîqetê zindî dikin. Ew di bedena xwe de wîcdan, sinc û ronahiyê nemir dikin. Ew her dem pêşiya civakê ronî dikin. Ew ronaniya ku her dem pêşiya  civakê ronî dikin. Em ê jî di roniya ronahiya wan de têkoşîna wan geş bikin.

Nûçeyên Têkildar