Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Şandeya KNK’ê li Hewlêrê lez da xebatên xwe

Şandeya KNK’ê li Hewlêrê ji bo yekîtiya navneteweyî serdana Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistan û Partiya Komunîst a Kurdistanê kir.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji Hevseroka Giştî ya KNK’ê Zeyneb Mûrad û endamên KNK’ê pêk tê, di çarçoveya serdanên partiyên li Başûrê Kurdistanê de li Hewlerê sardana Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistan û Partiya Komunîst a Kurdistanê kir.

Şandeya KNK’ê, ji aliyê Sekreterê Giştî yê Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistan Hawrê Mam Xidir û endamên Mekteba Siyasî ve hat pêşwazîkirin.

Di civîna her du aliyan de, rewşa Kurdistan, gelê Kurd, guhertin û geşedanên li Rojavayê Kurdistanê hatin axaftin. Di hevdîtinê de îşaret bi girîngiya li dar xistina kongreya netewî ku bi taybet di vê qonaxa ku Rojavayê Kurdistanê di pêvajoyeke pir hesas û dijwar re derbaz dibe, hate kirin. Her wisa di hevdîtinê de li ser girîngiya piştgiriya Rojavayê Kurdistanê, hevdengî û hevhelwesta parçeyên din yên Kurdistanê û tevayî gelê Kurd bi Rojavayê Kurdistanê re hate axaftin.

Şandeya KNK’ê di heman çarçoveyê de serdana Partiya Komunîst a Kurdistanê jî kir. Şandeya KNK’ê ji aliyê Endamên Mekteba Siyasî ya Partiya Komunîst a Kurdistanê Hendirên Ehmed, Berevan Amêdî, Endamê Serkirdayetiya partiyê Nebez Mistefa û Endamê Mekteba Peywendiyên Navendî ya partiye, li avahiya mekteba siyasî ya partiya xwe ya li bajarê Hewlêrê pêşwazî li şandeya KNK’ê kir.

Di hevdîtina şandeya KNK’ê û Partiya Komunîst a Kurdistanê de rewşa siyasî ya Rojhilata Navîn, geşedanên li Sûriyeyê, rewşa Rojavayê Kurdistanê û xeteriyên li ser wê hatin nîqaşkirin. Her du aliyan diyar kirin ku pêwîste mafê Kurdên Rojavayê Kurdistanê di Sûriyeya nû de werin mîsogerkirin.

Her wisa di hevdîtinê de proje, çalakî û xebatên KNK’ê yên pêşerojê hatin nîqaşkirin û her du alî li ser yekîtiya netewî ya gelê Kurd û xebatên hevpar yên di berjewendiyên gelê Kurd de hemfikiriya xwe diyar kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar