Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) bi piştgiriya hêzên navneteweyî di 26’ê Mijdarê de êrîşî Helebê kir û di encama wê de gelek bajar dagir kir û di 8’ê Kanûnê de jî rejîma Baasê hilweşiya. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ-SMO ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir û îlhaq bikin êrîşên xwe dijwartir kirin. Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmê trajediya mirovî tê jiyîn.
Hevseroka Heyva Sor a Kurd Xecê Mûse der barê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên û rewşa koçberan de axivî û bang kir ku divê sazî û dezgeyên navneteweyî demildest bikevin tevgerê.
Xecê Mûse da zanîn di demên dawî de êrîşên li hember Şehbayê zêde bûne û got piştî êrîşên 2018’an yên li hember Efrînê welatiyan koçî Şehbayê kirine û got: “Piştî êrîşan gel neçar man ji wir jî koç bikin. Ev koç ji bo gel pir zehmet bû. Ji bo gel pêvajoyek nebaş bû. Hewa cemidî bû. Jinên ducanî û zarokan zehmetiyên mezin kişandin. Nexweşiyên giran derbas kirin. Rêveberiya Xweser ji bo wan xebat da destpêkirin. Ligel Rêveberiya Xweser, Heyva Sor jî piştgirî da van xebatan. Rêveberiyê qad ji bo gel vekirin û kon vedan. Heyva Sor ji bo tenduristiya gel xebat dan destpêkirin. Wek hûn dizanin. Zivistanê hewa pir cemidî ye. Gel nexweş ketin. Kal û pîr, zarokan zehmetiyên mezin kişandin. Em ji bo gel xizmetê didomînin.”
Xecê Mûse wiha anî ziman: “Gelê koçber bû nexweşiyên giran derbas kirin. Hinek ji van nexweşiyên wan ên kronîk hene. Hinek ji ber êrîşan birîndar bibûn. Rêveberiya Xweser û Heyva Sor ji bo tenduristiya gel hewl didin. Alîkariyên tên kirin digihêjin gel. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji saziyên alîkariyê yên navneteweyî piştgirî heye. Lê ev alîkarî têrî pêdiviyên gel nakin. Weke Heyva Sor em dixwazin balê bikşînin ser rewşa tenduristiya jin û zarokan. Gelek jinên ducanî koçî vir kirin. Ji aliyê din ve tiştên ku jin û zarok di vê heyamê de derbas dikin bandorek mezin li wan dike. Ev jî ji bo jinên ducanî dibe sedema trawmayê. Zarokên ku vê rewşê dijîn ji aliyê psîkolojîk ve jî bi bandor dibin û pir ditirsin. Li aliyê din şert û mercên ku zarok tê de dijîn ji aliyê bedenî ve jî bandorê li wan dike. Ev hemû dibin sedema nexweşî û êşê.”
Xecê Mûse got gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, li alî aştiyê ne tu zirara wan ji kesî re tuneye û wiha vegot: “Ger Rêveberiya Xweser nebûya dê van gelan bi komkujiyeke mezin rû bi rû bimana. Ez çiqas hewl bidim vebêjim jî ew ê bi cih nebe, lê bi giştî ez dikarim bibêjim ku li vir qeyranek mirovî heye. Gel di nava krîzeke mezin de dijîn. Rêveberiya Xweser û Heyva Sor li dijî derfetên kêm û êrîşan têdikoşin. Ji ber êrîşan em di karê xwe de zehmetiyan dikişînin. Ew derfetên me qels dikin, lê em bi qasî ku ji destê me tê hewl didin û ji bo ku layiqê vî gelî bin, xizmetê dikin. Em dixwazin ev xizmet bibe bersiva ji gel re. Ez dikarim bibêjim ku heta niha nêzî 100-120 hezar kes hatine vê herêmê.”
Xecê Mûse di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ji ber êrîşan di bin xetereyan de ne û wiha dawî lê anî: “Çend roj berê Tirkiyeyê ambulans hedef girt. Kesên hatin qetilkirin xebatkarên Heyva Sor bûn. Ez bang li hemû saziyên navneteweyî dikim. Divê em ji bo vî gelî piştgiriyê bidin hev. Divê em bikevin tevgerê. Pêvajoyek zehmet e. Gelek carî ev gel hatiye koçberkirin. Tevî evqas êrîş û zextan hîna hêvî heye. Ji ber vê divê piştgirî bê dayîn ku em jî xizmetek baş bidin vî gelî.”