Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Rêveberiya Xweser: Divê pirrengiya li Sûriyeyê bê parastin

Rêveberiya Xweser diyar kir ku bûyerên dawî yên li herêmên peravên Sûriyeyê li dijî Elewiyan û şewitandina darên sersalê li Hema û Humisê xizmeta berjewendî û siberoja Sûriyeyê nakin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê geşdanên dawîn ên li Sûriyeyê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji ber geşedanên bilez ên li Sûriyeyê rû didin, bi taybetî piştî rûxandina rejîma Baas, ya baştir e ku em ber bi zihniyeta avakirina Sûriyeyeke nûjen ve bimeşin. Hevgirtin û yekitiya gelê Sûriyeyê di pêşxistina modela rêveberiyeke nîştimanî ya li ser esasê edalet û wekheviyê de lazimiyeke dîrokî ye.

Pirrengiya ku di welatê me Sûriyeyê de dewlemendiyeke dîrokî ye û xwedî nirxekî nîştimanî civakî ye. Ev dewlemendiya ku Partiya Baasê ji holê rakiribû dê rastiya Sûriyê û nasnameya wê ya resen nîşan bide. Pêkanînên li peravên Sûriyeyê yên li dijî Elewiyên bira diqewimin û şewitandina darên sersalê li Hema û Humsê nakevin xizmeta berjewendiyên Sûriyeyê û siberoja wê. Parastina pirrengî û dewlemendiya nîştimanî ya Sûriyê bingeheke girîng e yê avakirina Sûriyeyeke bihêz.

Em wekî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teqez dikin ku parastina pirrengiya li Sûriyeyê û nebinpêkirina sembol, urf û kevneşopiyan pêwîstiyeke lezgîn e. Parastina maf û erkên pêkhateyan erkekî nîştimanî ye.

Nêzîkatiyên şaş ên li hemberî çi pêkhateyeke Sûriyeyê dê bandorên wê yên neyinî hebin û dê xizmeta armaniya nakin. Ji vê zêdetir dê bibin sedema rûdana şer û nakokiyan û dê yekitiya Sûriyeyê bixe metisiyê. Di salên dirêj de men bi rêya xeta xwe ya projeya neteweya demokratîk yekitî, hevgirtina pêkhateyan a li ser bingehê tevkariyê, têkoşîna hevbeş a li dijî tevahî projeyên ku şer û nakokiyan gûr dikin parast.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar