Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Çarşamba - 12 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

YPJ: Fermandar Ronahî Yekta li Tişrînê şehîd bû

Fermandariya Giştî ya YPJˋê ragihand ku yek ji fermandara wan fermandar Ronahî Yekta di berxwedana bendava Tişrînê de şehîd bû û got, “Em soz didin ku tola şehîdên xwe, bi misogerkirina jiyana azad û wekhev tacîdar bikin.”

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li ser rûpela xwe ya fermî bi daxuyaniyekê nasnameya fermandara YPJˋê şehîd Ronahî Yekta aşkere kir.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Hevrêya me Ronahî Yekta li eniya berxwedana dîrokî ya bendava Tişrînê, dema ku li dijî dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê têkoşîn dikir, tevlî karwanên nemiran bû.

Fermandara YPJ’ê Arşîn Hisên bi nasnav Ronahî Yekta yek ji fermandarên leheng ên berxwedana bêemsal a eniya bendava Tişrîn û Qereqozaqê bû. Armanca çeteyên girêdayî dewleta Tirkiyê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teslîm wergirtine, di heman demê de hemû nirxên civakî û mirovî ku gelên herêmê bi berdêlên giranbuha qezenc kirine, ji holê rakirine. Li gel vê yekê jî Sûriyê ji bo jinan, gelan û baweriyan kirina dojeheke ser erd, kiryarên esasî yên hovitiya komên çete yên girêdayî dewleta Tirkiyê ye. Komên girêdayî dewleta Tirk bi van armancan li dijî herêmê me êrîşên giran dane destpêkirin. Li beramberî vê zarokên herî egîd û canfeda yên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li çeperên berxwedanê destanan dinivîsînin. Ne tenê dibin mîmarê vê rastiyê, her wiha bi fedakirina canê xwe yê pîroz nîşanî hemû cîhanê jî didin ku rûmeta jinên têkoşer û mirovên azad, dê li dijî her cure zordestî, zext û ferzkirinan serî netewînin û wê dubare hêviya jiyaneke wekhev û azad di dilê gelan de hêşîn bikin. Şervanên ku di çeperan li dijî çeteyên dagirkeriya faşîst a Tirkiyê şer dikin de, dizanin ku ev têkoşîna wan ji dîrokê re dibe mal, ev têkoşîn tarîtiya li ser siberojê radike. Li ser vê bingehê bê tirs û dudilî hebûna xwe feda dikin.

Rêheval û fermandara me Ronahî Yekta jî xwedî ruheke evçend berz, kesayeteke bilind a şoreşgerî û dilekî bi qasî derya mezin bû. Wê di dilê xwe de tu car cih neda qirêjiya serdemê û qet jî qebûl nekir ku xirabî hakimiyetê li ser civakê ava bike. Ew li bajarê rûmet û berxwedanê Efrînê hate cîhanê. Di zarokatiya xwe de di nav xebatên çand û hunerê de cih girt. Jiyan hem bi ziravî û hunera hunermendekê hem jî bi pîvanên jineke şoreşger jiyan kir. Lewma bi gurbûna şoreşa azadiyê ya li Sûriyê re, wê jî berê xwe da çeperên têkoşînê. Di sala 2012’an de dema ku çeteyên El Nusra êrîşî Helebê kirin, li hemberî wê Ronahî rêka têkoşîn û berxwedanê hilbijart û beşdarî nava xebatên şoreşê bû.

Ronahî Yekta di xebatên Ciwanên Şoreşger de cihê xwe girt. Bû rêheval û hogira jinên ciwan û ciwanan. Ronahî bi evîna şoreşê ciwanan perwerde kir. Di hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de xebatên rêxistinkirinê meşand. Dema ku dewleta dagirker a Tirk êrîşê Efrînê kir û trajediyeke mezin a mirovahiyê hate jiyîn, rêheval Ronahî bi hêrs û kîneke mezin soza tolhildanê da. Pêwîstiya jiyanî ya parastinê hîna kûrtir hîs kir û tevlî nava refên YPJ’ê bû û di demeke kin de xwe di warê hunera şer û parastina jinê de kûr kir. Bi perwerdeyên birdozî û leşkerî ku dît, bû yek ji fermandara ciwan a YPJ’ê û bi kedeke bêhemta hem şervan perwerde kir, hem jî erk û berpirsyariyên parastinê bi cidiyeteke mezin pêk anî.

Şervan û hevrêyên Ronahî Yekta hêvî û coşa di kûrahiya çavên wê de, di her kêliya jiyanê de hîs kirin û jê hêz girtin. Ji ber Ronahî Yekta bi menewiyata bilind a azadiya jinê xwe têr dikir. Lewma jiyana xwe jî bi dîsîplîn, rêhevaltî û têkoşîna li ser bingeha pîvanên şoreşgeriyê dineqişand. Rêhevala me Ronahî Yekta di 25’ê Kanûnê de, dema di cenga li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de tevî hevalên xwe têkoşîneke mezin û dîrokî raber dikir û di encama êrîşa dewleta Tirk de gihîşt şehadetê.

Em, rêhevala xwe fermandar Ronahî Yekta bi hurmet û rêzdariyeke bêdawî bi bîr tînin, li pêşberî bîranîna wê bejna xwe ditewînin. Ji malbata wê ya welatparêz re, ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hemû rêhevalên wê re sersaxiyê dixwazin. Em ê di têkoşîna xwe ya mafdar û birûmet de bîranîna wê tim bidin jiyandin û em soz didin ku tola şehîdên xwe, bi misogerkirina jiyana azad û wekhev tacîdar bikin. Têkoşîna şehîdan ji her demê bêtir rêya me, doza me û armanca me ya serkeftinê ronî dike.

Nasnameya Hevrê ya me wiha ye:

 

Nav û Paşnav: Arşîn Hisên

Nasnav: Ronahî Yekta

Navê Dayik: Hesne

Navê Bav: Enwer

Cih û Dîroka Şehadetê: 25.12.2024/Bendava Tişrînê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar