Beriya bi hefteyekê agahiyek xemgîn gihîşt me. Me bihîst ku hevalên me yên rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li Rojavayê Kurdistanê şehîd bûn. Balafireke artêşa dewleta Tirk li başûrê Kobanê wesayîta ku Nazim û Cîhan tê de bûn bombebaran kir. Di vê êrişê de jî xebatkarên çapemeniya azad Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şehîd bûn. Şehadeta Nazim û Cîhan em êşandin. Ji ber ku her roj em di têkiliyê de bûn û ew heval her rojê ji wê qadê agahî didan raya giştî. Bi pênûs û kameraya xwe li qadên şer bûn. Ji ber ku rastî radigihandin, bûn hedefa êrişan.
Dewleta Tirk û çapemeniya wê rojê 24 saetan bi şev û roj derew dikirin û digotin bendava Tişrînê û pira qereqozaxê di destê çeteyan de ye. Nazim û Cîhan jî ji wê derê agahî didan û digotin ev der di destê şervanan de ye. Ev yek jî li hesabê dewleta Tirk nehat. Ji bo vê yekê jî xwestin dengê rastiyê qut bikin. Lê nekarîn qut bikin. Piştî şehadeta wan jî hevalên wan pênûsa wan û kameraya wan li erdê nehiştin û çûn heman qadê. Di salên 1990’î de jî dewleta Tirk heman konsepta şer li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê xistibû meriyetê. Eger wê demê jî Apê Mûsa û hevalên wî bêdeng bimana, wê Nazim û Cîhan jî nebûna. Lê kevneşopiyeke çapemeniya azad a ragihandina rastiyan heye.
Çapemeniya azad li ser şopa heqîqetê ye. Dibe ku bedela wê giran be, lê helbet wê ew rastî bigihêje raya giştî. Di vê oxirê de gelek bedel hatin dayîn. Îsal jî Rosîda Mêrdîn, Gulistan Tara û Hêro Behadîn di êrişên dewleta Tirk de şehîd bûn. Herî dawî jî Nazim û Cîhan. Erê raste bedelên giran in û em pê têş in. Lê di heman demê de barê me giran jî dibe. Divê em xwedî li pênûs û kamerayên wan hevalan derkevin. Tenê bi vî rengî em dikarin bibin bersiva xeyalên wan hevalan. Nazim û Cîhan jî soza ku dabûn şehîdên çapemeniya azad pêk dianîn. Yanî nesekinîn û ji qadê veneqetiyan. Li Bakur, Başûr û Rojava li ku derê şer hebûya li wir bûn. Her kesî ji çapemeniyê ew nas dikirin. Di televizyon, ajans û rojnameyan de agahî û nûçeyên wan hebûn. Carekê jî xwe nedan alî û negotin na.
Piştî Nazim û Cîhan soza me ya ji bo Apê Mûsa û hevreyên wî zindî dibe. Divê her carê em soza xwe ya li ser şopa heqîqetê nû bikin û xwedî li doza wan derkevin. Bi înad û biryardarî em biçin ser karê xwe û hê bêtir binivîsin û ragihînin. Dewleta Tirk difikire ku bi qetilkirina rojnamevanên çapemeniya azad ewê rastiyê ji holê rake. Lê çi dibe bila bibe wê ew rastî bigihê civakê. Pênûsa me tenê zane rastiyan binivîse. Kameraya me jî tenê zane rastiyan bibîne. Ji bo têkbirina wê çapemeniya şerê taybet çi ji destê me were em ê bikin. Yê ku wenda bike ew çapemeniya derewîn e. Piştî Nazim û Cîhan bi hezaran şagirtên din wê têkevin ser riya şopa heqîqetê. Wê çapemeniya azad bibe çeperek berxwedanê. Bila dagirker bitirsin, ji ber ku em ê tim li pêşiya wan bin. Ew soza ku me dayî Apê Mûsa em dubare dikin û dibêjin; ew pênûsa ku Apê Mûsa, Nazim û Cîhan ji me re hiştiye em ê pê rastiyan binivîsin…