Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Çarşamba - 12 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Şervanên heqîqetê Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn

Nûçeyên li ser Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahî Sûriyeyê di rojeva sereke de cih digirin. Lêbelê bi gelemperî, ev hemû nûçeyên ku di medyayê de têne weşandin di heman astê de balê nakşînin. Awayê pêşkêşkirina nûçeyan, şîrove, wêne û dîmen û yên ku li ser vê mijarê tên dayîn di heman astê de nayên qebûlkirin. Sedema vê yekê jî ew e ku piraniya tiştên ku di medyayê de cih digirin, agahiyên xeyalî ne ku ji aliyê heman navendê ve hatine çêkirin. Yên ku serî li nêrînên wan tên dayîn jî ji heman navendê tên amadekirin. Mirov dikare vê yekê ji bo çapemenî û saziyên çapemeniyê yên di bin kontrola rejîma şerê taybet a Tirkiyeyê bibêje. Mirov dikare heman şîroveyê ji bo hin saziyên çapemeniyê yên navneteweyî ku agahî û nûçeyên ajans û organên çapemeniya Tirkiyeyê esas digirin re jî bibêje.

Bêguman ji bilî van saziyên çapemeniyê ku em dikarin wan weke çapemeniya şerê taybet a Tirkiyeyê jî bi nav bikin, saziyên çapemeniyê yên azad, demokratîk, alternatîf û muxalîf jî hene. Her wiha rojnamevan, nivîskar û analîstên di saziyên çapemeniyê de dixebitin hene. Weke ku di gelek mînakan de jî tê dîtin, dibin hedefa dewleta Tirk a qirker, mêtinger û faşîst, hêzên milîtarîst ên dewletê, saziyên dadwerî û rayedarên xwe weke sivîl nîşan didin. Gefê li wan dixwin, lêpirsîn li wan tê vekirin, di êşkenceyê de tên derbaskirin, wan davêjin zindanan, cezayê hepsê didin wan û dikujin. Êrîşên dewleta Tirk a li ser saziyên ragihandin û çapemeniya azad, demokratîk, alternatîf, mûxalîf û xebatkarên wan bêsînor e. Her wiha vê yekê li nava erdnîgariya dewletên din jî dikin.

Heke wêneyên hemû rojnameger, nûçegihan, rêveber, karmend, nivîskar û kedkarên çap-weşanê, belavkirinê hem li hundir û hem jî li derveyê sînorên ji hêla dewleta Tirk ve heta niha hatine qetilkirin bînin cem hev, wê albumekê tije bike.

Her kes bi hêrs û êrîşkariya dewleta Tirk a li hemberî çapemeniya azad, demokratîk, alternatîf û muxalîf dizane. Ya ku dewleta Tirk ditirsîne jî ev rastî ye. Ji ber vê yekê jî dewleta Tirk ji bo ku sûcên wan dernekeve holê, di tariyê de bimîne û derewên wan di nava civakê ve weke “rast” bê zanîn, êrîşî çapemeniya azad, demokratîk, alternatîf, muxalîf dike. Herî dawî Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di encama êrîşa balafira bêmirov a dewleta Tirk a qirker, mêtinger û faşîst li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin qetilkirin, di nava vê rastiyê de ne.

Hem Nazin Daştan û hem jî Cîhan Bîlgîn bi taybetî li çar parçeyên Kurdistanê, li Tirkiye, Rojhilata Navîn û Ewropayê û qada navneteweyî rojnamegerên navdar bûn. Wan heta niha nûçeyên maseyê çênekirin. Her tim li qadê bûn. Wan bûyer, serpêhatî û rastî ji xwendevan û temaşevanan re ragihandin. Ji ber vê yekê her tim bi nûçe, wêne, dîmen û nivîsên xwe yên her tin rastî ragihandin gel û rojev çêkirin.

Nazim Daştan cara yekem li Bakurê Kurdistanê dest bi xebatên rojnamegeriyê kir, gelek nûçe û wêneyên wî her tim bandor li Tirkiyeyê çêkir. Têkiliya serbazên artêşa êTirk a bi çeteyên DAIŞ’ê re bi wêne û nûçeyên derxist holê û cenazeyê dayika Teybet a ku bi rojan li Cizîrê di nava kolanê de mabû, aşkere kir. Bi van nûçeyan her tim dihat parzinandin û xelatkirin.  Nazim tu carî ji dayîna berdêlan dudilî nebû. Ji ber vê yekê gef lê xwarin, êşkence lê kirin û derbarê wî de lêpirsînvekirin. Ji ber nûçeyên çêkiribû jat darizandin û avêtin zindanê. Dîsa bi awayekî çalak di nava kesên ku Şoreşa Rojava, berxwedana Kobanê ya dîrokî, rizgarkirina Şengalê û şikandina qirkirina DAIŞ’ê û dagirkeriyê ji gelên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û raya giştî ya navneteweyî ragihandin de cih girt. Berxwedana bêhempa ya gel li hemberî êrîşên dagirkerî û wêrankirinê yên dewleta Tirk çeteyên wî yên li ser Efrîn, Serêkanî û Gerê Spî bi kişandina wêneyan, dîmenan û nûçeyan di nava rûpelên dîrokê de bi cih kir û diyarî mirovahiyê kir. Dema ku ev erka birûmet pêk anî bû hedef û birîndar bû.  Bedelên ku wî daye, çi li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, çi li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tu carî ji lêgerîna xwe ya “wê rastî di tariyê de nemînin” gav paşde neavêt. Berovajî vê, her tim ber bi qadên herî dijwar û ber bi serkeftinê ve meşiya. Her tim bi biryar bû, lêgerîn û hewl da ku li qadên herî dijwar nûçegihaniya şer pêk bîne. Dewleta Tirk û çeteyên wî yên ku hewl didin ji rûxandina rejîma Baas a Sûriyeyê sûdê bigirin, li dijî Minbic, Qereqozax û derdora wan dest bi êrîşên dagirkerî û îmhayê kirin. Nazim bi hevrêya xwe Cîhan Bîlgîn re kamera, pênûs, lênûska xwe bi kurtasî çi pêwîste be li pişta xwe kirin û bi biryardariyeke mezin ber bi eniyên şer ve bi rê ketin.

Cîhan Bîlgîn jî mîna Nazim Daştan li Bakurê Kurdistanê beşdarî xebatên çapemeniya azad, demokratîk, alternatîf bû. Di ciwantiya xwe de di nava xebatên çapemeniyê de cih girt û her tim xeyala  xwe ya “generalê biçûk” a Apê Mûsa parast. Di gelek xebatên têkildarî çapemenî û weşanê de cih girt. Ji belavkirinê bigire heta nûçegihaniyê di gelek qadên çapemeniyê de xebitî. Ew ji bi gef û zextan re rû bi rû ma. Tevî vê yekê jî her tim bi awayekî çalak xebitî û her tim bi dilsoziyeke mezin erk û berpirsyariyên xwe bi cih anî. Paşê di encama zext û astengiyên dewleta Tirk de ji Bakurê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û li wir jî karê çapemeniyê domand.

Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ji kêliya ku gihiştin Minbic û Qereqozaxê bûn, li hemberî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî, bûne pencereya berxwedana leheng a gel û Hêzên Sûriyeya Demokratîk a ku ji mirovahiyê re hat vekirin. Bi aşkerekirina derewên çapemeniya desthilatdar a Tirk ku amûra şerê psîkolojîk û şûştina mejî ye, nehiştin ku rastî di tariyê de bimîne. Hemû cîhan û mirovahî bi wêne, dîmen, nûçe û vegotinên wan ji bûyerên Minbic, Qereqozax û derdora wê agahdar bû. Rojek beriya roja ragihandina şehadeta wan (20.12.2024) hemû cîhan ji vegotin, dîmen û wêneyên wan agahiyên rast ên derbarê bûyerên li Qereqozax û Minbicê qewimîn hînbûn.

Beriya Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn, gelek rêhevalên wan, hevalên wan ê xebatê mîna wan birûmetî û serbilindî berdêl dan. Bi sedan ji wan jî weke wan jiyana xwe ji dest dabûn. Di nava van şehîdên mezin de Gulistan Tara, Hêro Bahadîn û gelek kesên din cihê xwe girtin. Şehadeta Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ne tenê ji bo gelê Kurdistanê, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo tevahiya cîhanê valahiyeke wê neyê dagirtin hiştin. Lê gava ku derketin rê, zanîbûn ku ji her kesî bêtir nêzî şehadetê ne. Rastiyek din ku wan pê zanîbê hebû. Ew jî wê cihê wan tu carî vala nemîne cihê wan vala wê nemîne û pêwîstiyên vê erk û berpirsyariya birûmet ku heta wê demê dabûn ser milê xwe hevrêyên wan  wê bi cih bînin.

Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li ser rêya ku ji bo gihandina îdealên xwe pê bawer bûn, bêyî dudilî meşa xwe berdewam kirin. Dema gihîştin şehadetê, rûmeta erk û berpirsyariya xwe jiyan û di dilê hevrêyên xwe, gelê xwe û mirovahiya cîhanê de cih girtin. Dema rojname û kovar tên xwendin, li televîzyon û weşanên înternetê tên temaşekirin, li radyoyan tên guhdarîkirin, ew kenê şîrîn a li ser rûyê wan tê bibîranîn, dîtin û nemir bûn.

Ew ê her tim wekî Şervanên Heqîqetê bijîn û bên jiyîn.

Nûçeyên Têkildar