Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Li şûna kujeran malbatên Roboskê darizandin û ceza kirin

13 sal berê li ser fermana şefê faşîst Erdogan li Roboskê komkujî pêk anîn. Di van 13 salan de kujer nehatin cezakirin lê malbatên ku li pey edaletê bûn hatin cezakirin. Hinek ji wan bi salan di girtîgehê de man. Parêzerên doza Roboskê herî dawî di sala 2022yan de serî li AYM dan. û hîn jî biryar nedaye.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li ser fermana şefê faşîst Erdogan di 28’ê Kanûna 2011’an de li gundê Roboskê yê Qilebana Şirnexê Kurdan bombebaran kirin. Di vê bombebaranê de 19 jê zarok û 34 Kurd bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Komkujiya Roboskê jî weke hemû komkujiyên li ser erdnigariya Kurdistanê pêkhatine di bîra gelê Kurdistanê de hê zindî ye. Tevî 13 sal bi ser komkujiyê re derbas bûn jî kujerên komkujiyê nehatin ceza kirin. Lê berovajî vê yekê ji malbatên ku doza edaletê dikirin hatin cezakirin.

Lêpirsînên ku di derbarê komkujiyê de hatin destpêkirin jî bê encam man û kujer hatin parastin. Piştî ku di lêpirsînan de encam derneket malbatan di Tîrmeha 2014’an de bi beşdariya 108 parêzeran dosyeya Roboskî birin Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM). AYM’ê di 26’ê Sibata 2016’an de ji ber ku di 53 serlêdanan de parêzerên 3 kesan ewraq dereng birine, bi hinceta “Ewraqên kêm” serlêdanê red kir. Piştre bi beşdariya 281 kesan serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) dan. Lê DMMEyê jî di biryara xwe ya 17’ê Gulana 2018’an de diyar kir ku ji ber belge 2 rojan dereng çû ber destê wan serlêdana wan red kir.

Daraza Tirk li şûna kujer û berpirsyaran bidarizîne û ceza bike, kesên ku tev li bîranînê bûne, dirûşm berz kirine li ser medyaya sanal ji bo Roboskê edalet xwestine cezayê pereyan li wan hat birin û derbarê wan de doz hat vekirin. Ji hemû malbatên Roboskê re bi hinceta xizmên xwe bibîranîne doz li wan hatin vekirin. Di dozê de derbarê hin kesan de biryara neşopandina dosyeyê hat dayin û hinek jî weke Velî Encu û Bariş Encu ceza li wan hat birîn. Lê tevî cezakirinê û lêpirsînan jî malbatên Roboskê dev jî doza edaletê bernedan û her sal qurbaniyên xwe bi bîr tînin. Piştî çend salan malbatên Roboskî derbarê wan de doz hatibû vekirin, doza wan bi beraetê encam bû.

Parêzerên doza Roboskê piştî ku di serlêdan û lêpirsînan de tu encam derneket di sala 2022yan de serî li AYM’ê dan. Derbarê dosyeyê de AYM’ê ev 2 sal in tu biryar nedaye û parêzer hê jî li benda biryarê ne. Her wiha parêzeran ji bo Komîteya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (BM) jî serlêdan kiribûn û komîteyê bersiv ji desthilata Tirk xwestibû lê desthilatê heta niha tu bersiv ji wan re şandiye.

Dosyeya Roboskî 2 sal in li AYMê ye

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar