Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Gelê Kurd daxwaza misogeriya statuya xwe dike

Hevserokê DEM Partiya Sêrtê Eşref Tekîn diyar kir ku gelê Kurd daxwaza misogeriya statuya xwe dike. Hemû hêzên îro ku êrîşî Rojava dikin jî statuya gelê Kurd qebûl nakin. Ji ber vê em encax bi tifaq û yekitiyê, bi xurtkirina hêza xwe dikarin li dijî van êrîşan bisekinin."

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hilweşîna rejîma Esad re êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin. Şervanên HSD û YPJ’ê bi berxwedaneke bêhempa bersivê didin çeteyên Tirk û derbên giran li wan didin. Ji bo piştgiriya berxwedana HSD û YPJ’ê li ser sînorên Nisêbin-Qamişlo û Pirsûs-Kobanê nobetên azadiyê hatin destpêkirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Sêrtê Eşref Tekîn ku di nav şandeyê de serdana çalakiyê kir, têkildarî geşedanên li Rojava û nobetê ji Ajansa Welat re axivî.

Eşref Tekîn diyar kir ku bi taybetî dema ew li rewşa Rojava dinêrin, destkeftiyên gelê Kurd ji aliyê pergalên hegemonîk ve nayên pejirandin û wiha got: “Gelê me bi têkoşîna xwe, bi hêza xwe hatiye van rojan. Mafê gelê me ye ku bi zimanê xwe, bi çanda xwe li ser axa xwe bi awayekî azad bijî. Daxwaza gelê me yê Rojava jî ev e. Vêya ne tenê ji bo xwe, ji bo hemû gelên din ên li Rojava dijîn jî dixwaze. Ev daxwazeke pir di cih de ye û rewa ye. Em dibêjin pêwîste di serî de rêvebariya nû ya Şamê û hemû dewletên cihanê vê daxwaza gelê Kurd qebûl bikin. Statuya gelê Kurd li Rojava wê were qebûlkirin. Ji bilî vê jî tu rê nîn e.”

Eşref Tekîn da zanîn ku gelê Kurd daxwaza misogeriya statuya xwe dike û got: “Hemû hêzên îro ku êrîşî Rojava dikin jî statuya gelê Kurd qebûl nakin. Ji ber vê em encax bi tifaq û yekitiyê, bi xurtkirina hêza xwe dikarin li dijî van êrîşan bisekinin. Em van hewldan û xebatên partî û saziyên Rojava yên ji bo yekitiyê bi nirx dibînin. Em hêvî dikin rojek berî rojekê ev tifaq û yekitî xurttir bibe. Pêwist e heyeteke hevpar ku ji hemû partî û saziyên Kurdistanî biçe Şamê, ev daxwazeke di cih de ye, lazime demildest ev heyet bê avakirin. Hevdîtin û muzakere bi rêveberiya nû ya Şamê re werin kirin û di pergala nû ya Suriyê de gelê Kurd jî were naskirin. Çand, ziman û satatuya wî were qebûlkirin û bi statuya xwe bijî. HSD û Rêveberiya Xweser her tim ji diyalogê, muzakereyê re amade ne. Ev jî tiştekî bi nirx e.”

Eşref Tekîn wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê demildest di serî de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, bi DEM Partiyê re, bi îradeya gelê Kurd ya Rojava re pêvajoyake muzakereyê bê destpêkirin. Heke muzakere pêk werin, dê ev pêvajo bi çareseriyeke mayînde bi encam bibe. Ji bo aştî, demokrasî û aramiyê ev yek ferz e. Lazim e di nav gelan de aştî pêk were, daxwaza me ev e.”

Tekîn: Xwedîderketina Rojava xwedîderketina nirxên gelê Kurd e

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar