Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Çarşamba - 12 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Ji bo Komkujiya Roboskê 13 sal in li edaletê digerin

Di ser komkujiya Roboskê de 13 sal derbas bû. Lê tevî evqas dem ne edalet pêk hat ne jî berpirsan komkujî qebûlkirin. Malbatên ku li edaletê digerin tên darizandin, girtin û cezakirin. Malbatên Roboskê û gelê Kurd li dijî vê qetlîamê peyama ‘Ger em ji bîr bikin, bila dilê me hişk bibe’ dan.


Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker di şeva 28’ê Kanûna 2011’an de li xeta sînor a gundê Bujeh û Roboskê ya navçeya Qilaban a Şirnexê Kurdan bombebaran kirin. Di vê bombebaranê de 19 jê zarok 34 Kurd şehîd bûn. Di ser bûyerê re 13 sal derbas bû. Tevî evqas dem derbas bû ne berpirs hatin darizandin ne jî edalet pêk hat.

Welatiyên hatin qetilkirin sûcdar hatin dîtin, ti caran riya edaletê û wijdan bi Roboskê neket. Hikûmeta AKP’ê ji bo komkujiyê veşêre serî li gelek rê û rêbazan dan. Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan ji bo komkujiyê berovajî bike got; ‘her kurtajek Qilaban e’ û jin hedef girtin û ji serfermandariyê re spasiyên xwe pêşkeş kir. Leşkerên ku qetlîam kirine wekî ‘bêqusûr’ hatin dîtin û der barê doza ku hatiye vekirin de biryara bêşopandinê hat girtin. Malbatên Roboskê û gelê Kurd li dijî vê qetlîamê peyama ‘Ger em ji bîr bikin, bila dilê me hişk bibe’ dan.

Komkujiya Roboskî ligel 13 sal li pey xwe hişt jî têkoşîna malbatan didome. Ji roja komkujî pêk hatiye heya niha malbatên ku xizmên xwe winda kirine li ser gora xizmên xwe li tenişta hev, roja pêncşemê piştî hatin bombekirin di nava betaniyan de li tenişta hev hatibûn rêzkirin, li ser kêlên goran hesreta xwe derbas dikin û daxwazên xwe yên edaletê diqîrin. Malbatên Roboskî ku ji serê komkujiyê heta niha li hemberî van pêkanînan bêdeng neman, têkoşîna xwe ya edaletê li hemberê mejiyê komkûjiyê û kiryaran bê navber didomînin. Malbatên Roboskî piştî komkujiyê her roja pênçşemê diçin li ser goristana zarokên xwe û komkujiyên li ser gelê kurd de hatiye dinirxînin. Ji wê rojê heya niha li Kurdistanê roja pênçşemê weke pênçşema roj tê binav kirin.

Serdozgeriya Komara Tirkiyeyê ya Amedê di 11’ê Hezîrana 2013’a dan de, der barê lêpirsîna hate vekirin de, biryara bêpeywiriyê girt û dosya şand Dozgeriya Leşkeriyê ya Serfermandariya Giştî. Dozgeriya leşkeriyê jî diyar kir ku personelên TSK’ê di çarçoveya ku TBMM û Lijneya Wezîran peywir dane wan, ferman anîne cih û ji ber vê yekê hincet nedîtine ku doz vekirin û biryara bêşopandinê da.

Malbatên Roboskê bi riya perêzeran îtîrazî biryarê kirin. Lê belê ev daxwaza malbatan di 20’ê hezîranê de hat redkirin. Malbatan der barê Serfermandarê Giştî yê demê Necdet Ozel û 32 kesan de gilî kirin. 108 parêzeran herî dawî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan. Herwiha BDP’ê biryar bire Dadgeha Ceza ya Navneteweyî û bi hinceta ku li Tirkiyeyê lêpirsîn baş nayê kirin, xwest berpirsyar di qada navneteweyî de werin darizandin.

Komelayên Mafên Mirovan ên li Tirkiyê û Kuristanê di sala 2012’an de bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê kampanyaya îmzeyê ya bi navê “Em li Roboskê daraza leşkerî naxwazin” da dest pê kirin. Piştî çalakiyên nirxandinên roja pênçşema reş ya li ser goristanê ku di 55’emîn hefteya komkujiyê de hatibû destpêkirin de, di sala duyemîn de jî Komeleya ji bo Roboskî Edalet ji bo Cîhanê Aştî (Roboskê-Der) hate ava kirin. Armanca komeleya hatî avakirin ne tenê ji bo komkujiya Roboskî her wiha hemû komkujiyên pêk hatine, binpêkirina mafan, hemû pirsgirêkên li heremê dijîn mudaxil bibin, bi van re jî ji bo vegera gundan, li hemberê mayinan têkoşîn û têkoşîna ekolojîk bingeh were girtin e.

Malbatên Roboskî di 25’ê Gulana 2014’an de ji bo sersaxî û piştevaniya malbatên 301 karkerên madenê yên di komkujiya madenê ya Somayê de jiyana xwe ji dest dane bikin, çûne Somayê. Malbatan gora wan ziyaret kirin û piştre jî derbasî gundê Elmadereyê bûn û sersaxî dane malbata wan jî.

Li ser îtîraza li hemberê biryara bêşopandinê ya Dozgeriya Leşkerî der barê komkujiyê de bêşopandinê hatibû dayîn, bi sedan parêzer bi awayek takekesî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan. Parêzeran di serlêdanê de xwestin ku Destûra Bingehîn firqeya 3 ya madeya 17’emîn a bi ser navê “Destnedayîna kesan, hebûna wan a madî û manewî” hatiye binpêkirin de biryar bide. Her wiha rayedarên merciya herî jor de ji muwekilên wan lêborîna fermî bike, biryara neşopandin û reda îtîrazê ya li hemberê neşopandinê hatibû kirin bê rakirin, her wiha ji ber bûyera kuştinê Lîjneya Wezaretan, rayedarên mulkî û leşkerî ji bo bên darizandin dosyayê bişînin dadgeha têkildar.

Jinên Roboskê di 25’ê Mijdara 2011’an de Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Jinê ya ji aliyê KJA ve hatibû organîze kirin, berê xwe dan gundê Mehserê ya navçeya Pirsûsa Rihayê ku li ser sînorê Kobanê ye û berxwedana Kobanê silav kirin.

Malbatên Roboskê bi dehan car ji bo komkujiya Gazî rabûn ser piyan û daxuyanî dan. Malbatan diyar kirin ku kiryarên komkujiya Gazî weke komkujiya Roboskî ji aliyê hikûmetê ve hatine parastin û gotin ku Roboskiyê heya Gaziyê em dê hesaba hemû komkujiya bipirsin.

Tevî sedan êrîş û komkujiyan jî êrîşên dewletê li ser gundê Roboskî kêmnebû. Leşkerên Tirk li ser gundê Roboskî de girt û di encama êrîşa leşkeran bi dehan hêstirên welatiyan hatin qetilkirin. Welatiyên gundê Roboskê jî ji bo pêşî li van pêkanînan bigirin riya ketin û derketina gund girtin û bi berxwedanek bêhempa riya leşkaran ya ketina gund girtin.

Di ser bûyerê re 13 sal derbas bûn. Di van 13 salan de kiryar hatin parastin û der barê xizmên kesên hatin qetilkirin de doz hatin vekirin. Dozên ku der barê kiryaran de hatin vekirin jî encam ji wan nehat girtin. Dosye ji aliyê 281 serlêderan ve sewqî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hat kirin. Lê belê DMME’yê jî mîna Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) di 17’ê Gulana 2018’an de bi hinceta “belge du roj dereng hatine” serlêdanê qebûl nekir û red kir. Li ser vê yekê parêzer Erkan Şenses, Kerem Altîparmak, Neşet Gîresun û Ozlem Zîngil di sala 2019’an de careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dan û xwestin lêpirsîn ji nû ve bê vekirin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê jî biryara bêhiqûqiyê da û serlêdan ji Serdozgeriya Komarê ya Qilabanê re şand. Serdozgeriya Komarê ya Qilebanê di sala 2021’ê de dîsa biryara “neşopandinê” da. Îtîraza parêzerên ku nerazîbûn nîşanî neşopandinê dabûn jî ji aliyê Dadgeha Cezayê Sulhê ya Şirnexê ve hat redkirin.

Bi ser komkujiya Roboskê re 13 sal derbas bûn lêbelê birînên wan hêj jî nehatine pêçandin. Tekoşîna malbatan a edaletê 13 sal in didome.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar