Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...
Perşembe - 13 Şubat 2025

Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Talîban li Afganistanê çi dike HTŞ jî li Sûriyeyê dike

Nivîskar Gulfer Akkaya bertek nîşanî aliyên ku HTŞ’a cîhadîst “rewa” dibîne da û got: “Em dizanin ku Talîban li Afganistanê çi dike, li Sûriyeyê jî HTŞ wî bike. Di avakirina pergala nû de rol dane HTŞ’ê, ev ê ji bo jinan û Elewiyan bibe xeterek mezin.”

Piştî rejîma Esad a 61 salan a Baasê di 8’ê Kanûnê de bi piştgiriya hêzên navnetweyî bi destê çeteyên Heyet Tahrîr El-Şam (HTŞ) hilweşiya û li Sûriyeyê hikûmeta demborî ava kir. HTŞ, di lîsteya “rêxistina terorê” ya Yekîteya Ewropayê û çend welatan de cîh digire, lê dîsa jî çalakiyên wê ji aliyê gelek welatan ve ku Tirkiye jî di nav wan de ye, “rewa” tên dîtin. Çeteyên HTŞ’ê ‘hîcabê’ li ser jinan ferz dike. Tê diyarkirin ku di serî de li Lazkiye, li Tartus û Humusê elewî rastî êşkence û qetilkirinan tên.

Li aliyê din, êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ-SMO’yê li hember herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin. Piştî ku SMO’yê keçikek 7 salî revand û destdirêjî lê kir, di navbera eşîran û çeteyên El Amşat de pevçûnên tund çêbûn. Dîsa çeteyan li Til Rifet û Şehbayê jî li xelkê û li jinan îşkence kirin, destdirêjî kirin, revandin û qetil kirin.

Nivîskar Gulfer Akkaya, pêşveçûnên li Sûriyeyê û gefên komên cîhadîst ên li hember jinan û di serî de Elewiyan gelek komên baweriyê nirxand.

Gulfer Akkaya destnîşan kir ku di tabloya piştî ku HTŞ û komên cuda yên çeteyan ketine Şamê re derketiye holê de, tenê mêr xuya dikin. Gulfer Akkaya, wiha got: “Gava ku Şamê stendin, ew bajêr xalî nebû, tenê ji mêran pêk nedihat, li wî bajarî jin jî hebûn. Gava em li şîrovekarên ku pêşveçûnên li Sûriyeyê dinirxînin dihêrin, hemû mêr in. Agahiyek ku bandora tiştên tên jiyîn a li ser jinan ragihîne, nadin me. Em rojnamevan û şîrovekarên ku dikarin jinan nîşan bidin nabînin. Lewma jî ev tunehesibandin bi xwe jî bandorê li jinan dike.”

Gulfer Akkaya got ku “Nexşe, wezaret û bajar ew ê di destê ke de bimînin? Ev nîqaş bi tevahî ji aliyê mêran ve tên kirin. Ne mimkûn e ku ev pêvajo ji bo jinan encamên baş bide.” Gulfer Akkaya, balkişand ser pratîkên HTŞ’ê û wiha got: “Hêza li hember me, jixwe îslama siyasî diparêze. Avabûnek hov û cîhadhez e ku mirovan serjê dike. Divê em encamên vê tabloyê di aliyê jinan de du sê carên din jî bihesibînin. Ev çete gava hatin Şamê, bi serjêkirinan hatin. Em bi çeteyek paşverû ya ku pirdengiyê tune dihesibîne û neyarê jinan e re rû bi rû ne.”

Gulfer Akkaya anî ziman ku di şeran de tiştên ku jin dijîn ne tenê destdirêjîye, piştî vê yekê jî gelek şerpeze dibin. Gulfer Akkaya, bi bîr xist ku DAIŞ’ê di sala 2014’an de li Şengalê jinên Êzidî revandiye. Gulfer Akkaya, wiha got: “Jinên Êzidî ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin revandin û firotin. Rastî destdirêjiyê hatin, lewma zarokên wan jî çêbûn. Piştî salên dirêj gihîştin malbatên xwe, vê carê malbatan van zarokên di encama destdirêjiyê de çêbûne nexwestin. Jin bi xwe man heyîrî. Şer ne tenê destdirêjî ye, pergalek ku wê destdirêjiyê didomîne heye, rewşa zexteke ku pergala patriyarkal didome heye. Lewma jî bedena jinê wek qadeke ku hem bê dagirkirin hem jî bêjin ‘tu têk çû’ tê bikaranîn. ”

Gulfer Akkaya hişyariya “Ger ku HTŞ û çeteyên din li Sûriyeyê hebûna xwe bidomînin ew ê xetereyên cûr bi cûr derkevin holê” kir û wiha got: “Em jî li Tirkiyeyê jixwe di nav şer û tundiyê de ne, niha jî em ê bi çeteyên cîhadîst ên ku xwe li ser tundiyê ava kirine re bibin cîran. Jixwe em dizanin ku HTŞ ji kîjan pêkhateyên cîhadîst pêk hatiye. Em têkoşîna xwe ya li Tirkiyê ku em li hember îslama siyasî dimeşînin bifikirin, emê bibînin ku li hember vê xetereya li ber deriyê me, ewê jiyan ji bo me zortir be. Li gelek welatan, desthilatiyek li dijî jinan heye. Jiyana me ne tenê ji aliyê çeteyên îslamî yên cîhadî ve, ji aliyê dewletên heyî û rêveberiyên wan ve jî di nav xeterê de ye. Em dizanin ku Talîban li Afganistanê çi dike, li Sûriyeyê jî HTŞ wî bike. Di avakirina pergala nû de rol dane HTŞ’ê, ev ê ji bo jinan û Elewiyan bibe xeterek mezin.”

Gulfer Akkaya got ku şoreşa li Rojava bi pêşengiya jinan pêk hatiye jî di bin xeterê de ye û wiha pê de çû: “Ev ne xetereyek rasthatinî ye. Ev ne tiştek tenê têkildarî avabûn an jî avanebûna herêmek xweser a li wir e. Di heman demê de, jin bila bihêztir bin, bila xwe birêve bibin? Destpêkirina şerê li hember fikrên jinan e jî. Tiştê li Rojava rû dide jî, ji yê giştî ne cuda ye. Lewma jî, li ku destketiyek jinan hebe divê sedîsed bê parastin. Girîng e ku mafên destketî yên jinan bên parastin û hemû jinên li cîhanê bibin xwedî hişmendiya ‘em bûn xwişk’ û vêya xurt bikin.”

Gulfer Akkaya anî ziman ku di nav HTŞ’ê de endamên DAIŞ’ê hene û wiha got: “Heftiya borî, rûniştina doza DAIŞ’iyên ku êrîşî Balafirgeha Ataturk kirine, çêbû. Ji 7 DAIŞ’iyên girtî, 6 kes hatin berdan. Berdana DAIŞ’iyan a di vê pêvajoyê de, rasthatinî ye gelo? Li Sûriyê ev tişt rû didin, evqas liv û tevger heye, çima ev hatin berdan? Jixwe ramana DAIŞ’ê zindî bûye, niha jî ew kirin desthilatî. HTŞ ji DAIŞ’ê pir cuda ye? Ew raman hê jî li wir tê meyandin û mezinkirin.”

Gulfer Akkaya balkişand ser sûcên ku HTŞ’ê di serî de li hember Elewiyan, her wiha li hember baweriyên din ên cuda jî pêk anîne û wiha got: “Ji bo ku mirov bawer bike ku li Sûriyê avabûnek îslamî bibe desthilatî ewê tiştek bi Elewiyan neke, divê mirov pak be. Ji ber ku li Tirkiyê jî, li Sûriyê jî paşerojek komkujiya Elewiyan heye. Ji ber ku îslama siyasî, baweriya Elewîtiyê erê nake. Çawa ku HTŞ tevgeriya, em ketin nav fikaran. Elewiyan naxwazin, ji ber ku Elewî ji wan cuda ne, sekulertir in û di aliyê wekheviya jin û mêr de jî naşibin wan. Nirxên wan jî, civakbûnên wan jî, têkiliyên wan ên malbatî jî cuda ne. Di navbera îslamê û Elewiyan de pevçûnek dîrokî heye û dewlet jî van nakokiyan kûr dikin.”

Gulfer Akkaya da zanîn ku di nîqaşên Sûriya nû de pêwîst e polîtîkayek baldartir a ku hevdu hembêz dike bê avakirin û wiha got: “Hema bû û çû nabe. Hê nebûye û neçûyî jî. Ev pêvajoyek e, emê bibînin ka çi dibe. Du meh şûnda kirdeyên niha dê di rewşeke çawa de bin? Em li wir çiqas li hevdu xwedî derkevin, ev pêvajo ewqas dê bibe pêvajoyeke demokratîk. Ewê têkiliyek cîrantiyê û zêdetir wekhevhez be.”

Gulfer Akkaya diyar kir ku polîtîkayên HTŞ’ê ne tenê Sûriyeyê, Tirkiyê jî di bin bandora xwe de bihêle û gotinên xwe wiha bidawî kir: “Komkujiya Garê ya li Enqereyê, bi DAIŞ’ê dan kirin. DAIŞ’ê bi tena serê xwe paytexta Tirkiyeyê bombe nekir. Paşê pirça serê xwe û ruyê xwe jêkirin û bûn modern? Li ba me qîmeta şekl û şemalê tuneye, ya girîng bîrdoziya wan e. Lewma jî em dizanin ku DAIŞ, HTŞ ew ê bigihêjin ku û dixwazin erdnîgariyek çawa ava bikin. Em dizanin ku çeteyên destên wan evqas di komkujiyan de ye, li Sûriyeyê helbet dê kevokên spî nefirînin. Bila neyê jibîrkirin ku rejîma li Sûriyeyê ji nû ve teşe digire, bi me yanê bi kesên li Tirkiyê dijîn re nêz ve têkildar e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar