Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Çarşamba - 12 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Rûyê Erdoganê qirker reştir dibe

Di dîroka gelê Kurd û hemû civakên daxwaza azadiya xwe kirine, li ser kîjan beşê rêxistina xwe çêkirine ew beş hatiya hedefgirtin. Hêzên metînger ji bo sîstema xwe ya qirêj temenê wê dirêj bikin, ji şûna berjewendiyên gel esas bigirin û destek bikin hemû pêşeketinên gelan ji xwe re metirsî dibînin û li ser wê esasî dixwazin civakên ku xwedî çanda berxwedaniyê ne ji holê rakin yan jî bê bandor bikin. Ji meclis û saziyên sivîl, heya hêzên leşkerî û di nav de jî rojnemavan ku di xizmeta berjewendiyên gel de dixebitin, dike hedef.

Bi tenkîna xwe ku ji bo qirkirina mirovahiyê hatine afrandin, hemû kiriyarên der mirovî encam didin. Teknîka ku ji aliyê sîstema desthildariyê ve hatiya çêkirin, ne ji bo parastina mirovan belê ji bo qirkirina mirovan hatine çêkirin. Ji bo ku gel tine bikin hemû cûreyên amûrên tundiyê dane avakirin. Mînak gerîla hêza yekemîn e û îspat kiriye ku ji bo parastina nirxên civakî û mirovahiyê tekşîn dike. Gerîla di nava van salên tekoşînê de rastî hemû êrîşên bi teknîka pêşketî hatine, hemû bendên ku di zagonên navdewletî de qedaxene, li hemberî gerîla ev hemû bend hatine binpêkirin.

Lê tu carî ev yek ji aliyê hêz û saziyên ku ji bo parastina mirovan hatine damezrandin, rastî helwîstekî cidî nehatine. Gel, jin û zarok dibin hedefa van tekînên serdemê, lê deng ji tu kesekî dernakeve. Li vir de ji mere derdiekve holê ku sîstemê ji bo xwe zagonên navdewletî dane avakirin, lê belê ne ji bo parastina nirxên mirovahiyê û parastina gelan in.

Hedefgirtina endamên ragihandina azad li herderê jî li ser esasê bêşê lêgirtina li berjewendiyên gele. Em berê xwe bidin sîstema kapîtelîst ku dixwaze çanda xewzayî ya civakên qedîm ji holê rake û gel bi sîstema xwe ya qirêj ve girê bide. Dîroka şaristaniyê ber bi tinebûnê ve bibe, ji şûna wê xwe bike serwer  hemû hewla dide.

Ragihandina azad jî li ser esasê lêkolînê li ser şaristanî û çanda civakan, herwiha rêya rast nîşandane gel û esasgirtina berjewendiyên gel tekoşîn dike. Dixwaze gel ji sîstemê desthilatdarî ber bi civakekî komunal ve bibe, lewma tê hedefgirtin.

Her dema ku dijmin bi hêzên xwe ya leşkerî nikaribe hedefên xwe yên tinekirina berjewendiyên gel pêk bîne, li hember hêzên şorşeger bêçare bimîne. Êrîşî ser gel û saziyên di berjewendiya gel de dixebitin dike. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev yek gelek cara dûbare bûye. Demek beriya nehe, saziyên ku xizmeta gel dikin, av, ceyran, embarên genim û hemû cihên çavkaniya jîna gel in, dewleta Tirk ev cih dan ber topan û xwest biveyekê gel teslîm bigire.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li herêmên rêveberiya xweser, taybet li derdorê Minbicê, bendava Tişrîn şerek mezin diqewime. Ev şerê hêza gelê şoreşgerî û berxwedaniya şervana rojane deng dide hemû cîhanê. Rojane li van deran dastan tên nivîsandin, ji ber vê berxwedanê piştgiriya ji bo rêvberiya xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî zêde dibe. Her diçe jî rûyê Erdoganê qirker reştir dibe.

Çi dike jî tevî êrîşên bi balafiran û bi hemû teknîka pêşketî êrîşî şervanan dike, lê nikare xwe ji rûreşiyê rizgar bike.

Ev berxwedanî ku li cîhanê deng vedide bi saya hevalên me yên çapemeniya azad e. Dema rojnamevanek rastiya şer ji raya giştî re ragihîne, mîna ku çalakî li nav dilê Enqereyê de kiribe, ji dewleta Tirk re zehmete. Hevalên me Nazim û Cîhan ku rojane bi pênûs û kameraya xwe derbe li dewleta Tirk didan, derbe li sîstema desthiladariyê didan. pêre rê liber wan pilanên qirên digirtin. Li aliyê din çeperek bi hêz li hember ragihandina şerê taybet dabûn avakirin. Ev hevalên me bi zanebûn kirin hedef.

Hedefgirtina hevalên me yên çapemeniyê mirov dikare wisa şirove bike: “Dijminê dagirker niha şer dike û dixwaze Pergala Neteweya Demokratîk ji holê rake, sîstem li gor xwe ava bike, Lê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê yekê qebûl nake. Rojane bedelên giran didin û bi xwîna keç û xortan pergala xwe diparêzin û ev pergal bi rêya ragihandinê li cîhanê belav dibe. Ragihandina azad hemû planên wan ê şerê taybet têk dibe. Ji bo rê li ber van planan neye girtin ragihandinê dikin hedef. Lê bi êrîşa tu carî ev çapemeniya azad qelis nebûye lê belê bihêz bûye û di nede ji herdemê bêtir û bi hêztir li ser kar e. Ev xeta ku ji şehîdan me yên pêşeng heta roja îro hatiye, wê ji îro û şûnde jî bi kîn, xurtir û sozdayîn berdewam bike.

Nûçeyên Têkildar