Şervanên HSD û YPJ’ê li herêma Bendava Tişrîn û herêma pira Qereqozaqê yên li gundewarê Minbic û Kobanê yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIş-SMO’yê berxwedaneke bêhempa dimeşînin. Şervanên HSD û YPJ’ê li her derê çalakiyên bi bandor li dar dixin û derbên giran li dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê didin.
Ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Şakir Ereb têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ-SMO’yê ji ANHA’yê nirxand. Fermandar Şakir Ereb li ser pêşdeçûnên dawî li eniyên şer ên li gundewarê Minbicê, herêma pira Qereqozaqê ya başûrê Kobanê de axivî û got: “Di dirêjahiya 20 rojan de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê kontrol bikin. Lê hêzên me tevahî hewldanên wan, ruxmî piştgiriya hewayî û hêzeke mezin a leşkerî, têk birin.”
Şakir Ereb têkildarî rewşa li wan eniyan wiha domand: “Şervanên me berxwedaneke mezin raber kir, êrişên çeteyan şikandin, zirarên mezin bi wan û cebilxaneyên wan kirin. Hêzên me zêdetirî 450 çete kuştin û bi dehan tank û wesayîtên zirxî rûxandin.”
Ereb diyar kir ku hêzên wan êrişên bênavber ên çeteyan têk didin û li eniya başûrê rojhilatê gundewarê Minbicê bi pêş de diçin û ji 14 kîlometre nêzî bajêr in.
Şakir Ereb di dawiyê de got hêzên wan ên leşkerî di çarçoveya têkbirina êrîşên çeteyan de fedakariyên mezin da û wiha got: “Em amade ne di oxira parastina gelên Herêmê de hîna fedakariyên din bidin.”