Li Sûriyeyê di nava 13 salên aloziyê de, her der wêran û talan bû û bajar û binesazî tev de hilweşiyan. Her wiha piştî bi milyonan xelkê Sûriyê li hemû dunyayê bû koçber û penaber, nû rêjîma Baas hilweşandin. Lê rejîma Baas hilweşandin û yê li şûna wan hatin danîn wê Sûriyê hîn wêrantir bikin. Hemû çete, selefî û radîkalên ku di nava DAIŞ de bûn, niha di nava kolanên Şamê de digerin.
Her wiha di aliyê çapemeniyê de serokê HTŞ Ebû Mohammad El-Colanî nepixandin ku wekî ew li Hespê xwe siwar bûye û hatibe rêjîm hilweşandiye. Her çend rojan dezgeheke çapemeniyê hevpeyvînekê li gel wî çêdike û jê dipirsin ka ew ji bo pêşeroja Sûriyê çi difikire û ew ê çi mafî bide Elewiyan û Durzî çi heq dikin û Kurd wê çawa xwe di nava Sûriyeyê de bi rêve bibin. Ew jî bersiva van pirsan dide û weke ew ê mafan belav bike, diaxive.
Herî dawî Colanî ji televizyona EL-Erebiye re dibêje ku ew parçebûna Sûriyê naxwazin û sîstema Federal jî qebûl nakin. Her wiha kesên ku nêzikî dewleta Tirk in li ser ekranan bang dikin da bila QSD’ê çekên xwe radestî Şamê bikin û divê her kes here ber deriyê Colanî û parsa mafê xwe ji desthilata li wir bike. Lê ew hîn tênegihîştine ku Kurd xwedî sed hezar leşkerên pispor û sîstemeke parastinê ne, rêveberiyeke ku hemû saziyên xizmetê û siyasî di nava xwe de dihewîne û danûstandina wan bi hemû aliyên navdewletî re hene. Lewma, aliyên ku dibînin Şam çi bêje û çi biryarê bide divê ew bi cih bê şaş e. Ji ber yê bi Hêz Qamişlo, Hesekê û Reqaye û ew di Sûriyê de xwedî biryara dawî ne, ne Şam. Ji ber ku dewleta Tirk vê yekê baş dizane, lewma bi her awayî êrişî bakur û rojhilatî Sûriyeyê dike û dixwaze wê zeif bike. Gefa dagirkirina Kobanê dixwe û li pêyî wê ye da Kurd serê xwe ji wan re deyînin, lê biryara Kurdan diyar e ku heta dawiyê ji bo aştiyê amade ne lê ji bo parastinê jî di nava tevgerê de ne.
Her wiha em ji aliyên ku dibêjên bila Kurd çekên xwe radestî Şam ê an jî aliyekî din bikin û çek meselan çareser nake, dipirsin: gelo hûn li ku bûn dema DAIŞ’ê êrişî Kobanê kir? hûn li ku bûn dema DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir û komkujî derheqê Êzidiyan de pêk anî? Gelo ew li ku bûn dema Efrînî ji cih û warên xwe hatin koçberkirin û Serêkaniyê kirin hêlîna çeteyên DAIŞ û yên dewleta Tirk? Yên ku dixwazin Kurd çekên xwe radest bikin an Baasiyên bi kîn in an jî dewleta Tirk e ku dixwaze qira kurdan bîne û ew in yên destek dan DAIŞ û komên çete yên din.
Gotinek heye dibêje: Çek û Sirê xwe nede tu kesî, ger te da, tuyê bibî hêsîrê wî kesî. Kurd jî çek û sirê xwe nadin kesî, lewma dewleta Tirk îro ji neçarî rê dide ku hevdîtin li gel Rêber Ocalan pêk were û vê meselê li gel wî çareser bikin. Wekî ku şêx Maişoqê Xiznewî jî digot: Maf bi sedeqan nayê standin, lê belê bi hêzê tê bi destxistin. Hêza Kurdan a li ser Erdê li çarparçeyên Kurdistanê, dewleta Tirk mecbûrî Îmraliyê dike.