Piştî rûxandina rejîma Baasê, li dijî welatiyên elewî yên li Sûriyeyê dijîn, revandin, kuştin, binçavkirin û girtin hat destpêkirin. Rêvebiriya Demkî ya Sûriyeyê, bi serokatiya HTŞ’ê, li bajar, tax û gundên ku elewî lê dijîn dest bi “nêçîrê” kir. Li Tirkiyeyê di demên cuda de li dijî elewiyan komkujî hatin kirin. Piştî ragihandina komarê, li Dêrsim, Mereş, Çorûm û Madimakê elewî hem ji ber bawerî û hem jî ji ber nasnameya xwe bûn hedefa êrîşan.
Hikûmeta Enqereyê ya ku guh neda daxwazên gelê kurd û elewî yên li Koçgiriyê, di sala 1921’ê de bi pêşengiya Sakalli Nûreddîn Paşa û Topal Osman ên şandin Koçgiriyê; zarok, extiyar, jin û ciwan jî di nav de bi hezaran mirov qetil kirin. Mal û milkên gel talan kirin, sewalên wan hatin desteserkirin. Sakalli Nureddîn Paşa bi gotina “Me Zo (ermenî) qedand, dor hat Loyan” komkujî parast. Ji pêşengên berxwedana Koçgiriyê Elîşêr û Zerîfe Ana di Komkujiya Dêrsimê de bi komployekê hatin qetilkirin.
Di şerê navxweyî yê ku di sala 2011’an de li Sûriyeyê dest pê kir, DAIŞ’ê êrîşî gelek komên etnîkî û olî kir. DAIŞ’ê li Hama, Hums, Tertûs û Laziqkiyê ku elewî bi piranî lê dijîn êrîşî herêmên niştecihbûnê kir û bi hezaran kes kuştin. Di 9’ê Kanûnê de bi serweriya HTŞ’ê ya li Sûriyeyê re elewî dîsa bûn hedefa êrîşan.
Hevserokê Şaxa Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) a Îzmîrê Firat Dîkmen êrîş û komkujiyên li ser elewiyan ên li Tirkiye û Sûriyeyê nirxandin û bi bîr xist ku elewî her tim rastî êrîşên fizîkî yên desthilatdaran tên. Dîkmen diyar kir ku elewî bi xweparastinê li hemberî êrîşan li ber xwe didin û got: “Êrîş ji Kerbelayê heta îro dewam dikin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê îro jî ‘mîrateya’ ku ji berê girtiye, didomîne. Armanca polîtîkayên îmha û înkarê yên li dijî elewiyan, tepisandina pêkhateya demokratîk-azadîperest a di nava elewiyan de û afirandina elewiyên xwe ye.”
Dîkmen diyar kir ku li Sûriyeyê jî heman rewş heyee û wiha domand: “Gel ketine heyra canê xwe. Bi êrîşên ku li wir tên kirin naxwazin elewî bibin civakeke demokratîk. Em elewî her tim rastî polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê tên. Divê elewiyên li Tirkiyeyê ji bo yên li wir bibin can. Gava mirov ji mazlûmekî re bibe can, ev rêgezeke herî mezin elewîtiyê ye. Divê em deng derxin û wekî sazî daxilî rojeva xwe bikin. Divê em ji bo vê bên cem hev.”