Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” a ku di 10’ê Cotmeha 2023’yan de li seranserê cîhanê hat destpêkirin bi hemû hêza xwe didome. Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut der barê pêvajoyê û bernameya dema pêş de ji JINNEWS’ê re axivî.
Zubeyde Zumrut wiha got: “Kurd û dostên Kurdan pêngava li dijî tecrîdê mezin kirin. Xwedîderketinek global hebû. Ji ber vê Tirkiye ket zorê. Gotinên Bahçelî jî encama vê tengezarbûnê bû. Bêguman dema pirsgirêkek hebe divê tu runî çarser bikî. Destê ku Bahçelî li meclîsê dirêj kir divê li hewa nemîne. Têkoşîna em dimeşînin jî ya aştî û demorkasiyê ye. Em têkoşîna ji bo ziman, çand û nasnameya xwe dimeşînin. Divê hûn di gotinan de samîmî bin. Divê operasyonên qirkirinê bên rawestandin.”
Zubeyde Zumrut peyama ku Rêber Apo şandiye bi bîr xist û got: “Tecrîd bi zanebûn tê meşandin. Dewlet ket tengezariyê. Ji ber vê rojevek nû ava kir. Ev pêvajoya çareseriyê bû. Lê rêveberikrina pêvajoya çareseriyê ne ev e. Hevdîtina malbatê ya parêzeran mafê herî sereke ye. Birêz Ocalan di hevdîtinê got tecrîd didome. Li aliyê din jî dibêjin çareserî. Divê şert û mercên çareseriyê bên avakirin. Tecrîd ranebe pirsgirêka Rojhilata Navîn nayê çareserkirin. Divê zemîn bê avakirin. Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin. Deriyên Îmraliyê bên vekirin wê zemîn ava bibe. Li vir jî yekane rojeva me tecrîd û azadî ye. Em dixwazin di zemîna demokratîk de pirsgirêka Kurd bê çareserkirin.”
Zubeyde Zumrut bi lêv kir ku ji bo Kurdan stratejî bixwe pêngava azadiya ji bo Abdullah Ocalane û wiha domand: “Di vê çarçoveyê de plan û bernameyên me hene. Di her çalakî û bernameyê de wê tecrîd hebe û hebû. Meha Kanûn-Çile meha ku komkujiyan bi me didin bibîrxistinê. Li pêşme salvegera komkujiya Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan heye. Em ê di 11’ê Çileyê de li Parîsê bin û peyamê bidin cîhanê.”
Zubeyde Zumrut bal kişand ser bernameya 15’ê Sibatê û got: “Gelek çalakî û bernameyên me hene. Em ê dehezaran kesî bibin Strasburgê. Wê ji sê baskan ve meş pêk bên. Îsal wê 26 rojan 26 kes bimeşin. Em ê bi girseyî tevli çalakiya 11’ê Çileyê ya Parîsê bibin.”