Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Perşembe - 13 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Em teqez azadiya Rêber Apo misoger bikin

Sala 2025’an bi destpêka xwe ve nîşanda ku wê ji bo Kurd û gelên Cîhanê  têr û tije derbas be. Tişta cihê kêfxweşiyê elbet agahî girtina ji Rêber Apo bû ku tenduristî û moralê xwe cih de ye. Lê Rêber Apo heta niha rewşa xwe nekiriye mijar  û rojev. Ji xwe dema hevdîtinê ku rewşa tenduristiya wî tê pirsîn jî wiha dibêje, “Vê mijarê derbas bikin. “ Niha çima Rêber Apo vê dibêje hûn jî zanin û me li jor jî got, rewşa xwe yê takekesî nake mijar û rojev. Rêbertî bûn , bi civakbûnê re girêdayîye,  derd û kesera Rêbertî civak bi xwe ye, hest û ramanê Rêbertî bi civakê re ye, di roja ku ketiye vê meşa azadiyê heta îroj wiha jî dewam dike.  Hin kesên xêrnexwaz çi bêjin bila bêjin heqîqeta Rêber Apo girêdana wî yê bi gelê xwe re ye. Ji ber vê yekê gelê Kurd bi hest û ramanên xwe bi Rêber Apo re ye. Ji ber vê yekê dema rewşa şexsî yê Rêber Apo tê pirsîn dibêje vê mijarê derbas bikin. Di rojeva Rêber Apo de siberoja zarokên Kurdan ku li ber qirkirina spî de ne heye.  Di rojeva Rêber Apo de Kobanê, Qereqozaq,Tişrîn û tevahiya Kurdistanê  heyê. Kul û kesera wî , enerjiya wî,  fikir û hestên wî xelaskirina gelê xwe û mayînde kirina hebûna gelê xwe heye. Bila kesek xwe nexapîne dijminên xwînxwar ên Rêber Apo îro ketine rêzê, ew kesên li hember vê têkoşînê bûn û li hember Rêber Apo xwedî helwesteke pozbilindî bûn îro ketine rêzê, hêzên ku digotin em ê koka wan biqelînin niha vê tevgerê re ketine danûstandinên siyasî û diplomatik. Heqîqet çi be, ew fecra xwe dide der. Bi hemû kêmahî û serkeftinên xwe re meşa 50 salan a azadiyê ber bi encamê girtinên mayîn de ve diçe.

Lê rastiyek jî heye esîrbûna Rêber Apo ku di nav 9 metrekarê de rewşa wî ya tenduristiyê zehmet dike. Dîsa ev rewş di raya giştî de jî dibe sedema fikaran û spekulasyonên cuda. Bi taybetî bangên Devlet Bahçelî yên mafê hêviyê yên  ji bo Rêber Apo û nîqaşên li ser azadiya fizikî yê wî û rola wî ya di siberojê de gelek nîqaş hatin kirin, ev nîqaş hê jî didomin. Heta ku azadiya fizîkî yê Rêber Apo pêkneyê jî wê bidomin. Halî hazir Pêngava Azadiyê yê Cîhanî dewam dike û rêveberên Tevgera Azadî hevpeyvînên xwe yên dawî de nemaze bal kişandin vê kampanyaya giştî û xurtkirina pêngavê. Divê neyê jibîrkirin ku ast û rojeva heyî bi saya vê têkoşîna Pêngavê gihiştiye roja me.

Di sala 2025’an de ev rewş wê bandoreke çawa li ser siyaseta Tirkiyeyê bike, cihê meraqê ye. Îhtîmala azadiya fîzîkî yê Rêber Apo û bertekên vê rewşê li ser pirsgirêka kurd dê bibe mijareke girîng a hevdîtin û muzakereyan. Tê zanîn ku hikûmetê di sala 2014’an de di çarçoveya pêvajoya aştiyê de ji Rêber Apo gavên nû xwestibû, îro jî derketina bangeke bi vî rengî dikare nûbûnekê bîne atmosfera siyasî. Lê ev bang vê care bê şert û merc nabe û em baş dizanin ku  Rêber Apo vê carê jî rewşa xwe yê şexsî nake mijar û rojeva Rêber Apo siftehî maf û daxwazên gelê Kurd e. Lê heke Rêber Apo azadiya xwe ferz neke em ê çibikin?  Di pêvajoyeke çareserî yê muhtemel de rewşa Rêber Apo xwedî xalên krîtîk e. Jiber vê yekê divê em gelê Kurd, dostên Rêber Apo û ciwanên dilsoz ên Rêber Apo azadiya wî yê fizikî de bi israr bin. Divê em xwe, derdorê xwe di vê mijarê de qaneh bikin, rojeva me ne pêvajoyeke çareseriyê ye, rojeva me xurtkirina têkoşîna azadiya fîzîkî yê Rêber Apo ye. Ji ber ku hate ezmûnkirin ku Rêbereke esîr , di destê dijmin de di her aliyê de sînordar e. Eger dewlet samîmî be divê pêşî Rêber Apo ji esîrbûnê derxe û wî bigihîne gelê xwe. Wê demê rê li ber demokrasiyê û aştiyê dikare vebe.

Heta ku Rêber Apo li Îmraliyê esîr be bila kes behsa aştî û demokrasiyê, azadiyê neke. Encamên bendewariyên pûç tenê xefletê tîne û dawiya wê poşmaniye. Ezmûn û tecrubeya 10 salên dawî ku berdêla gelê me dayî  têrî me dike. Dilsoz û hevrêyên Rêber Apo pêwîste vê salê jî Pêngava Azadiyê yê Cîhanî bilind bikin, divê em teqez azadiya Rêber Apo misoger bikin. Bi Rêberê azad re ber bi Kurdistana azad ve bimeşin. Zend û bendê xwe badin sala 2025’an sala azadiya fizikî yê Rêber Apo ye.

Nûçeyên Têkildar