Di dawiya sala 2024’an de li girava Îmraliyê bi Rêber Apo re hevdîtin pêk hat. Heyetek ji DEM Partî çû giravê û hevdîtin kirin. Parlementerên DEM Partî Sirri Sureyya Onder û Pervîn Bûldan di wê heyetê de cih girtin. Çûyîna wan herdû kesan nîşan dide ku hevdîtinên ku di sala 2015’an de qediyabûn, dîsa dewam dikin. Yanî ji cihê mayî ev hevdîtin dewam kir. Her wiha yekser piştî hevdîtinê daxuyaniyek jî hat dayîn. Rêber Apo ji bo çareseriyê nerînên xwe parve kirin.
Peyama Rêber Apo mohra xwe li salê de û bi vî rengî em derbasî sala nû bûn. Xuyaye ku wê di vê salê de rojeva sereke jî hevdîtinên li Îmraliyê bin. Ji ber ku heyeta DEM Partî ragihand ku ewê piştî serê salê jî careke din biçin giravê. Di vê çarçoveyê de wê hin hevdîtin bi partiyên li Tirkiyê re bên kirin. Li gorî van hevdîtinan jî wê pêvajoyek pêş bikeve. Mirov nikare niha vê pêvajoyê wekî pêvajoyeke çareseriyê bi nav bike. Ji ber ku heta niha tiştekî bi navê çareseriyê ji aliyê dewleta Tirk nehatiye dîtin. Rêber Apo, tevgera azadiyê û DEM Partî ragihandin ku ew ji bo çareseriyê amade ne. Lê dewleta ku digot bila Rêber Apo biaxive ew jî amade ye. Yanî niha dora dewletê ye ku gotina xwe bike û pratîkê pêk bîne.
Rêber Apo bi awayekî eşkere peyamek parve kir. Di vê peyama wî de ti şert û merc jî tinene û qala lezbûna pêvajoyê dike. Divê dewlet jî vê peyamê baş fêm bike û lez bide hin guhertinan. Divê beriya her tiştî girava Îmraliyê were girtin û Rêber Apo karibe hevdîtinê bi her kesî re bike. Divê her kes karibe Rêber Apo bibihîze û bibîne. Şert û mercên wê êdî hene. Bi vî rengî wê di nava civakê de guherînek pêk were. Eger derdê dewletê çareserî be, divê beriya her tiştî vê bike. Eger ev yek pêk were, wê demê atmosfereke aramî wê peyda bibe. Di peyre jî guherîna qanûnan. Jixwe Rêber Apo meclisa Tirk destnîşan kiriye û ji bo çareseriyê wekî navnîşan daye.
Wekî din hevdîtinên vê carê ango naveroka wê veşartî ye. Ev yek jî nîşan dide ku tiştên cidî hene. Jixwe heyeta DEM Partî ragihand ku re ji hevdîtinan bi hêvî ne. Ev aliyekî meselê ye. Lê ji bo ku ev hêvî pêk were jî divê gavên dewletê hebin. Heta ku dewleta Tirk gavên berbiçav neavêje, mirov nikare qala çareseriyekê bike. Dibe ku dewleta Tirk piştî çend hevdîtinan careke din pêvajoyê xera bike. Ev yek di sala 2015’an de pêk hat. Mutabaqata Dolmabahçeyê qonaxa dawî ya hevdîtinan bû û piştî wê divê gavên şênber hatibana avêtin. Lê Erdogan ew pêvajo xera kir. Yanî dibe ku heman tişt dîsa pêk were. Her tişt di çarçoveya îhtîmalan de ye. Pêvajoyeke nazik, xeter û talûke ye. Wê pêvajoyeke hêsan derbas nebe. Ji bo vê yekê em ê jî li cîdiyeta dewletê binêrin. Ji aliyê Kurdan her tişt diyar e. Têkoşîna Kurdan hişt ku dewlet biçe ber lingê Rêber Apo. Yanî neçar man ku îro vê yekê dikin. Lê ev yek dîsa jî ji bo xêra civaka Tirkiyê ye. Eger ev dewlet dixwaze ku Kurd û Tirk bi serkevin divê li Rêber Apo guhdarî bike. Projeya Rêber Apo ya çareseriyê ji bo her kesî ye. Di dawiya vê projeyê de wê Kurd jî, Tirk jî qezenc bikin.