Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Ji malbata Aslan 2 jê nexweş 4 kes bi komploya dewletê girtî ne

Mehmet Araslan anî ziman ku her du kurên wî ji ber êşkenceya ku li wan hatiye kirin gelekî nexweş ketine û jiyana wan di xetereyê de ye. Arslan got: "Ez nikarim biçim zarokên xwe bibînim. Zarokên wan hene û nikarim debara wan bikim. Em edaletê dixwazin."

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê bi dek û dolaban Kurdan bi êşenceyê binçav dikin û digirin. Li girtîgehêjî girtiyên nexweş terkî mirinê dikin. Mînak vê ya li ber çavan girtina malbata Aslan e. Fevzî Arslan (55) û birayên wî Omer (36), Mehmet Haşim (46), Mehmet Kasim (32) û xizmê wan Khlel Khlel (30) bi îdiaya îstîxbarata “sûqîqastê” ya li dijî parlamenterê berê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 18’ê Cotmeha 2018’an de li taxa Ziyarêta Mezin a navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi êşkenceyê de hatin binçavkirin û girtin. Dadgehê tevî piştrast bû ku îfadeya wan di bin êşkenceyê de hatin girtin, bi hinceta “Xerabkirina yekitî û yekpariya dewletê” û “kuştina biplan” 3 caran cezayê muebeda giran li birayên hev Fevzî û Mehmet Kasim Arslan û Khlek Khlel birî. Li birayên Omer û Mehmet Haşim re bi hincetên “Bê destûr peydakirina madeyên xeternak”, “teşebusa kuştina biplan”, “zirara li malê cemaweriyê û stendina çek û fîşekên bêruxset” 28 sal cezayê girtîgehê hat birîn. Dadgeha Bilind jî di 17’ê Çileya 2024’an de biryarê pejirand. Parêzeran piştre serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. Dosye hê li Dadgeha Destûra Bingehîn e, lê her 5 kes di hucreya yekkesî de ne.

Mehmet Arslan (84) diyar kir ku zarok û biraziyên wî bi komployan hatine girtin û ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nikarin bi zarok û biraziyên xwe re hevdîtinê bikin û wiha got: “Tiştek û delîleke tune bû, bi êşkenceyê hatin girtin. Em mexdûr in.”

Mehmet Arslan diyar kir ku kurê wî Fevzî Arslan ê di lîsteya girtiyên nexweş ên giran ên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire, ji ber îşkenceya li hatiye kirin çûye nexweşxaneyê û li wir hatiye binçav kirin û got ku ji ber êşkenceyê “mejiyê wî dihele”. Arslan destnîşan kir ku kurê wî nayê dermankirin.

Mehmet Arslan diyar kir ku kurê wî Fevzî Arslan ê ku bijîşkan jê re gotiye ancax 2 salan bijî tevî hemû bangawaziyan jî nehatiye berdan û kurê wî Omer Arslan jî bi nexweşîneke nayê zanîn ketiye û nayê dermankirin. Arslan bilêv kir ku di hevdîtina dawî de kurê wî gotiye êdî ji ber nexweşînê nikare deyax bike û got: “Belkî jî nîşaneyên pençeşêrê bin. Bila wan berdin em ê wan derman bikin.”

Mehmet Araslan anî ziman ku her du kurên wî ji ber êşkenceya ku li wan hatiye kirin gelekî nexweş ketine û jiyana wan di xetereyê de ye. Arslan got: “Ez nikarim biçim zarokên xwe bibînim. Zarokên wan hene û nikarim debara wan bikim. Em edaletê dixwazin.”

Mehmet Arslan bang li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û parlamenteran kir ku biçin girtîgehê û pirsgirêkên girtiyan di cih de tespît bikin û ji bo çareseriya pirsgirêkan bikevin nava liv û tevgerê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar