Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 27 Temmuz 2025

HDK û DEM Partî lez dan xebatan azadî çareseriyê

HDK dê bi dirûşma “Di rêya jiyana wekhev û azad de çareserî di aştiyê de ye” kampanyaya îmzeyan dide destpêkirin. DEM Partî jî dê li dijî xizanî û şer starta kampanyaya “Ked û aştî” bide.

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) wê di nava meha çileyê de bi dirûşma “Di rêya jiyana wekhev û azad de çareserî di aştiyê de ye” kampanyaya îmzeyan bide destpêkirin. Kampanya, bi mebesta aştiya civakî tê destpêkirin û tê armanckirin ku xwe bigihîjin milyonan kesan.

Xebata kampanyayê ku pêwendiya pirsgirêkên ciwanan, jinan, kedkaran, civakên çandinî-gundan, xwendekaran, bêkaran, teqawidan, ajalan û xwezayê û aştiyê datîne, dê bi beşdariya hemû sazî û avadaniyên HDK’ê bê meşandin. Di çarçoveya kampanyayê de dê mal bi mal, kolan bikolan, tax bi tax bigerin, pêwendî bi gel re bên danîn û îmze bên komkirin.

Di heman demê de HDK dê di 8-9’ê Sibatê de bi dirûşma “Di rêya jiyana wekhev û azad de çareserî di aştiyê de ye” konferanseke navneteweyî li dar bixe. Konferans, dê saet di 10.30-18.00’ê li Navenda Çandê ya Bariş Manço ya li navçeya Avcilar a Stenbolê bê lidarxistin.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî dê bi dirûşma “Ked û Aştiyê” kampanyayê bide destpêkirin. Kampanya, dê bi lingê rojava yê çalakiya nobeta li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Pirsûs a Rihayê û Kobanê û Nisêbîn a Mêrdînê û Qamişloyê hatine destpêkirin. Armanca esasî ya kampanyayê ew e ku li dijî xizanî û şer têkoşîneke hevpar bê meşandin.

Koordînasyonên ku li rêxistinên bajar ên DEM Partiyê yên Ege û Marmarayê hatine avakirin, dê têkildarî kampanyayê bi odeyên pîşeyî û rêxistinên civaka sivîl ên bajar re hevdîtinan bikin. Piştî hevdîtinan dê li gelek cihan panel, forum û konferans bên lidarxistin û dê biçin serdana tax û esnafan. Her wiha dê xebata belavkirina belavokan bê meşandin û nobetên li ser sînor b girseyî bên ziyaretkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar