Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Çarşamba - 12 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Neteweya demokratîk riya parastina gelên Sûriyeyê ye

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk Perwîn Yûsifdiyar kir ku ji bo gelên Sûriyeyê yekane riya parastinê neteweya demokratîk e. Rêvebera Kongra Starp Rohilan Mislim ji got ku ew ê berxwedana xwe dewam bikin û got. “Em ê destkeftiyên şoreşa jinan biparêzin.”

Gelên Rojavayê Kurdistanê di sala 2011’an de piştî salên dirêj ji çewisandin û zilmê li Sûriyê gel li dijî rejîma Baasê rabûn û di 19’ê Tîrmeha sala 2012’an de Şoreşa Rojava pêk anîn. Gelên Rojava bi riya projeya neteweya demokratîk xwe birêxistin kirin. Parastin û şoreş tenê ji aliyê mêr û ciwanan ve nehat birêvebirin. Jinan jî rola fermandaran lîstin û ji ber canê xwe di ber de feda kirin, navê ‘Şoreşa Jinê’ lê hat kirin. Bi riya şoreşa jinan ji leşkerî, siyasî, aborî û heta çandî û civakî, dikarîbûn roleke girîng di hemû waran de bilîzin. Jin gihîştin asta birêvebirina civakê û girtina biryarên girîng ên ji bo pêşerojeke adilane ya ji Sûriyê re. Ji ber ku jin li Sûriyê hatibûn piştguhkirin û rastî tundiyê dihatin, di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hebûna xwe parastin û xwe di hemû waran de bipêş xistin. Her wiha di têkbirina DAIŞ’ê de roleke sereke lîstin.

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk Perwîn Yûsif derbarê geşedanên dawî yên li Sûriyê û hikûmeta demkî ya cîhadîst de axivî. Perwîn Yûsif destnîşan kir ku bi rengekî giştî pêvajoya Sûriye tê re derbas dibe dîrokî ye û wiha pê de çû: “Partiya Baasê ya desthilata wê bi dehan salan dirêj kir, gelek kiryar li dijî gelê Kurd kir û siyasetên çewisandinê meşand. Me bi berxwedaniyeke mezin ew kiryar têk birin.”

Hevserok Perwîn Yûsif balkişand ser rola jinan a di Şoreşa Rojava de û wiha domand: “Jinên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên di şoreşa Rojava de cih girtin û ji bo mafê xwe û gelê xwe bidest bixin bi salan li ber xwe dan, karîbûn gelek siyasetên li dijî herêmê biguherînin. Gihîşt wê astê ku felsefeya azadiya jinê bû nexşerêyeke nû ji gelên Rojhilata Navîn re. Divê destkeftiyên şoreşa Rojava werin parastin. Jin her dem beşa herî paşguhkirî û tundî lê dibû ye. Ji ber wê girîng e refên jinan bibin yek da ku destkeftiyên bidest xistine werin parastin. Girîng e di pêvajoya nû de nexşerê û destûreke nû were danîn. Em fikrê azadiya jinê û sosyolojiya wê li Sûriyê bi giştî belav bikin da ku em bighên Sûriyeke nû, ya ku parastina maf û çanda hemû ol û pêkhateyan dike.”

Perwîn Yûsif destnîşan kir ku ger jin di pêvajoya avakirina hikûmetê û Komîteya avakirina destûra nû de beşdar nebin, destkeftiyên şoreşa jinan nekarî bê parastin û wiha domand: “Hemû pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin banê projeya Neteweya Demokratîk de jiyan. Her kesî mafê xwe bidest xist. Heta dikaribûn zimanê xwe fêr bibin û biaxivin. Armanca me avakirina Sûriyeke nû ye. Sûriyeke ku parastina hemû mafên pêkhateyan bi rengekî demokratîk bike. Her wiha jin rola xwe di hemû waran de bilîze, bi taybetî jî di warê siyasî de. Ev yek li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat sepandin. Em bi hêvî ne ku projeya Neteweya Demokratîk a parastina hemû pêkhateyan kir, bicîh bê. Yekîtiya gelan di pêvajoya niha de girîng e. Bi taybetî jî yekbûna refên jinan li pêşiya kiryarên li dijî wan tên kirin. Divê berjewendiyên kesayetî neyên bikaranîn.”

Rêvebera Komîteya Perwerdê ya Kongra Star a li Qamişloyê Rohilan Mislim jî diyar kir ku gelê Kurd li Sûriyê di dema rejîma berê de ji mafên xwe hatiye bêparkirin û wiha got: “Ziman, kevneşopî û edetên ku ne yên wan in, li wan hatin ferzkirin. Bi destpêka şoreşê re gelê Kurd dest bi şoreşa xwe ya li Rojava kir. Vê şoreşê, siyasetên ku bi dehan salan li hember wan dihatin meşandin, red kir. Gaveke mezin ber bi mafên xwe ve birin. Mafê herî sereke jî, mafê fêrbûna bi zimanê dayîkê ye. Di şoreşê de me fêm kir ku ne tenê Kurd ji mafên xwe li ser rûyê erdê bêpar tên hiştin, her wiha pêkhateyên din jî di nav de ji mafên xwe bêpar man. Me kar li ser avakirina sîstema Rêveberiya Xweser kir, a hemû pêkhate hembêz kir.”

Rohilan Mislim diyar kir ku jinan berxwedaneke mezin nîşan dane û ber bi azadiya xwe ve çûne. Rohilan got ku Kongra Star wek bingeheke xurt a azadiya jinan û birêxistinkirina wê ye û wiha berdewam kir: “Bi şoreşê re kar li ser avakirina yekîtiyeke jinan ku hemû jinan ji hemû pêkhateyan di nava xwe de digre hat kirin. Ji bo kongre bibe platforma hemû jinên ku xewna wan azadî ye. Kongra Star roleke mezin di piştraskirina jinan a ji cihê xwe, di civakê de lîst. Fedayiyên berxwedêrên Kurd Ereb Suryan û her wekî din ji pêkhateyan, bû mîrasa hemû jinên li bakur û rojhilatê Sûriyê. Kongra Star a ku hemû jinên ji hemû pêkhateyan di nav xwe de girt, gelek serkeftin bidest xistin. Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan rê li pêşiya jinan vekir ji bo serî hildin û daxwaza mafên xwe di vê şoreşê de bikin. Bi riya fikrê wî yê azad jinan rol û cihê xwe di civakê de nas kirin û dirûşma Jin Jiyan Azadî bû dirûşmeyeke cîhanî ya ku parastina jinan dike.”

Rohilan derbarê zor û tengasiyên ku jinan di dema şoreşê de derbas kirine de jî wiha got: “Em di gelek zehmetiyan re derbas bûn. Ji hedefgirtina fermandarên ji bo azadiya jinan li ber xwe dan, heta êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên me. Me li dijî hemû komên terorîst serî rakir. Yek ji wan jî, DAIŞ’a ku hê jî li ser herêmên me xeter e. Em ê berxwedana xwe dewam bikin û em ê destkeftiyên şoreşa jinan biparêzin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar