Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

‘Werin em yekitiya xwe ava bikin û Şoreşa Rojava biparêzin’

Çalakvanên tevlî meşa Nisêbîn û Pirsûsê bûn diyar kirin ku ew sînoran nasnakin û gotin ku ew dixwazin jiyaneke wekhev azad bi hev re bijîn. Çalakvanan banga me avakirina yekitiyê û parastina Şoreşa Rojava li her kesî kirin.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ya sînorê Qamişloyê û navçeya Pirsûsê ya Rihayê ya sînorê Kobanê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ-SMO’yê çalakiyên nobetê hatibûn destpêkirin. Çalakvanên nobetê ji Ajansa Welat re axivîn.

Esma Arici ya ji Wanê hatibû tevlî çalakiya Nisêbînê bibû anî ziman ku divê li dijî êrişan hemû kes bi hestiyarî tevbigerê û ev tişt gotin: “Berxwedana ku li ser sînor tê dayin pir bi wateyê. Em jî ji bo piştgirî bidin çalakiya wan û li dijî êrişan dengê xwe bilind bikin îro hatin tevlî vê çalakiyê bûn. Divê gelê me jî li dijî vî şerî bibin yek ku em bigehejin pêşerojeke baş.”

Ji çalakvanan Şemseddin Erol ê li Nisêbînê tevlî çalakiyê bibû bi lêv kir ku ew bi mabesta êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê rawestin ew tevlî çalakiyê bûnê û wiha got: “Tu ferqa me û Rojava tune ye. Sînorek di navbera me de danînê lê em xwîşk û bira ne. Em xizmên hev in. Xizmên min li wir hê hene. Ji ber wê jî ew çend rojin em di nobede de ne û îro jî ji bo piştgiriyê em tevlî çalakiyê bûn. Daxwaza me ew ê ku şerê li Rojava raweste û gelê me di nav wekhevî û azadiyê de bijî.”

Gurbet Tekîn ku li Mêrdînê tevlî çalakiya meşe ya li Nisêbînê bibû jî wiha axivî: “Ji bo piştgiriya Rojava em hatin vir. Li wir xweseriyeke demokratîk hatiyê avakirin û ji bo hemû dinyayê jî bû ye mînak. Îro di bin êrişan de ye û dixwazin destkêftiyên gelê Kurd ku bi berdelin mezin bi destxistinê desteser bikin. Ew der ax û warê Kurdan e. Tu kes nikarê ji destê wan derxîne. Banga me ji gelê me ew ê ku deng bidin Rojava û xwedî derbikevin. Serkeftin a me ye. Pêwistiya me bi yekitiyê heye. Divê dewletên navneteweyî jî bêdeng nemînin û piştgiriya Rojava bikin.”

Ji çalakvanan Abbas Aksak ku li Wanê hatibû tevlî çalakiya meşe ya Pirsûsê bibû diyar kir ku weke sala 2014an piştgirî danê Kobanê dîsa bi heman awayî bi mabesta piştgiriyê tevlî çalakiyê bû ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dixwazin êrîşên li ser Rojava rawestin. Bila edî gelê Rojava di nav şer de derkeve. Îro statuyek bi destxistiyê. Divê ew statu bê parastin. Em jî bi daxwaza şer edî bisekine û gelê Rojava bigihejê armanca xwe.”

Ji çalakvanan Emîne Yalvaç a li Wanê tevlî çalakiya Pirsûsê bû ye jî ev tişt anîn ziman: “Armanca me ya hatina li vir ew ê ku aştî pêk were û edî xwîn nerije. Edî em naxwazin xwîn birijê û em jiyaneke wekhev bi hev re bijîn. Banga me li hemû gelê Kurd ew ê ku em bibin yek û li dijî êrişan derbikevin.”

Ji çalakvanan Ahmet Abî yê li Wanê hatibû tevlî çalakiya meşê ya li Pirsûsê bibû destnîşan kir ku ew şer naxwazin û axaftina xwe wiha domand: “Em ji bo piştgiriya birayên xwe yên Rojava bikin hatin li vir. Em dewletê re jî dibêjin ku ji aliyekî ve tu dest dirêj dike û ji aliyê din ve jî birayên me qetil dikin tiştek wisa nabe. Heta dawiyê jî em ê li cem birayên xwe bibin. Divê gelê Kurd yekitiya xwe ava bike. Ji bilî yekitiyê tu çareya me tune ye. Serkeftin jî ya me ye. Bijî Kurd û Kurdistan”

Çalakvanên Nisêbîn û Pirsûsê: Xwedî li Rojava derbikevin

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar