Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Dixwazin mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li ser bûyera Rojîn Kabaîş diyar kirin ku hewl didin dosyaya Rojîn Kabaîş di bin navê "xwekuştinê" de bigirin û anîn ziman ku ji bo ronîkirina bûyerê ewvê têbikoşin.

Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş di 27’ê Îlonê de bi guman winda bû û cenazeyê wê piştî 18 rojan li peravê Gola Wanê ya taxa Molla Kasimê hat dîtin. Di dema ku biryara nepenîtiyê di dosyaya lêpirsînê de dewam dikir, medyaya serdest bi nûçeyên ku pêşkêş kirin, hewl dan bûyerê weke “xwekuştin” nîşan bidin. Tevî ku 3 meh derbas bûne jî, hîn jî gumanên têkildarî mirina Rojîn Kabaîş nehatine çareserkirin. Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê dixwazin bûyera mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin.

Xwendekar Ferhat Adiyaman diyar kir ku ew bawer nakin ku Rojîn xwe kuştibe û got ku Rojîn Kabaîş hatiye qetilkirin û wiha got: “Zanîngeh navendên perwerdeyê ne. Tê wateya perwerdehiya azad. Lê di şert û mercên heyî de em hatine wê astê ku ditirsin. Ji ber ku tundiya li ser jinê roj bi roj zêde dibe, ji aliyê derûnî ve jî bandorê li me dike. Eger edalet hebûya wê heta niha sedema mirina Rojîn bihata dîtin. Ne tenê Rojîn, me beriya Rojîn jî bûyerên bi vî rengî dîtin. Pêwîst e mirov li pişt bûyeran bisekine û vekole. Em jî heya ji destê me bê ji bo di bûyerên bi vî rengî de edalet pêk bê, em ê tevbigerin.”

Xwendekara zanîngehê Mizgîn Otgun jî diyar kir ku ew jî li wargehê dimîne û got,: “Eger em nikaribin biçin marketên 2 gav wêdetir, mirov wê ji bo vê bêje çi? Ji bilî vê, êdî ne roj ne jî şevên van bûyeran maye. Her kêlî çêdibin.”

Mizgîn Otgunê bal kişand ser mirina biguman a Rojîn ku di bin navê “xwekuştinê” de tê xwestin bê veşartin û got: “Ji ber ku me li dîmenên Rojîn ên berê temaşe kir, ne pêkan e xwe kuştibe. Sedema bûyerên bi vî rengî polîtîkaya bêcezakirinê ye. Di bûyera Rojîn de jî wê di demeke nêz de derkeve holê ku kî bûye sedema mirina wê. Bûyera Rojîn jî baş nehat lêkolînkirin. Kesek jî nehat girtin û wekî xwekuştinê nîşan dan. Divê wargeh û bajar ji bo jinan bibin warên ewle. Kesên van sûcan dikin divê bi bên cezakirin.”

Xwendekara zanîngehê Şeyma Akbûlût bertek nîşanî tundî û komkujiyên li ser jinan da û got ku polîtîkaya bêcezakirinê dibe sedema zêdebûna kuştinan û wiha axivî: “Ji ber vê yekê divê bi taybetî em jinên ciwan hişyar û birêxistin bin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar