Şandeya Kongerya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) demeke li Başûrê Kurdistanê xebatên yekitiya neteweyî dimeşîne. Di çarçoveya serdan û hevdîtinên xwe yên partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê derbarê lidarxistina civîneke şêwirmendiya netewî di vê mehê de li Başûrê Kurdistanê, şandeya Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) li bajarê Silêmaniyê serdana Tevgera Goran kir û ji aliyê Dana Ehmed Mecîd, Rêkxistkarê Giştî yê Tevgera Goran Dana Ehmed Mecîd ve hat pêşwazîkirin.
Di civînê de herdu aliyan girîngiya helwestên hevpar, piştgirî û hevkariya cidî ji bo Rojavayê Kurdistanê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dubare kirin. Her wiha mijara lidarxistina civîneke şêwirmendiya netewî di pêşerojeke nêzîk de hat gotûbêjkirin û Tevgera Goran wek endamê KNK’ê amadebûna xwe ji bo mijara navborî dubare kir.