Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Dewleta Tirk û PDK sîxuriyê li ser gelê Başûr ferz dikin

Gelê Başûrê Kurdistanê di bin êrîşên êrîşên dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK’ê de ne. Dewleta Tirk a dagirker û PDK li ser gelê Başûrê ferz dike ku xiyanet û sîxurtiya Gerîlayên Azadiya Kurdistan bikin.

Dewleta Tirk a dagirker bi hevkarî û xiyaneta malbata sîxur a Barzanî û çeteyên wê li ber çavên cîhanê komkujiyê li ser gelên Kurdistanê dimeşîne. Li herêma Başûrê Kurdistanê piştevaniya ku hêzên PDK dide artêşa Tirk hiştiye ku mêtingerî bi awayekî rewa û bêsînor li ser gelê heremê were meşandin. Ev êrîş bi rengekî pergalî li seranserî qadên sivîl têne kirin, di nava rojê de bi dehan caran êrîşên hewayî, êrîşên bi obîs û çekên giran çêdibin. Bi vî rengî tirsê di nava gel de çêdikin, wan ji gundên wan, ji bax û erdên wan dûr dixin û mecbûrî koçberiyê dikin.

Gelê vê heremê yên ku debara xwe bi çandiniyê dikin, ji ber bombardimana artêşa Tirk nikarin derbasî nava erdê xwe bibin û berhemê keda xwe ji axa welatê xwe kom bikin. Lewra bi sedan dar li nava xaka vê heremê bi berhemên xwe ve dirizin. Gelê Başûrê Kurdistanê di encama van êrîşan de mehkûmî hejariyê dimînin. Dagirkeriya Tirk bi vê re sînordar namîne weke dewamî ji van polîtîkayên xwe yên qirkirinê re ew rewşa hejariya gel jî ji bo planên xwe yên mêtingeriyê bikar tîne. Ji gelê hejar re teklîfên qirêj dikin, li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistan ji wan xiyanetî û sîxurtiyê dixwazin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar