Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Malbata Kabaîş: Xeyala Rojîn nîvco hiştin

Dayik û bavê Rojîn Kabaîş daxwaza ronîkirina bûyera keça xwe Rojîn kirin û gotin: “Rojîn li zanîngeh û wargeha dewletê winda bû. Wê Rojîn jî bixwenda û bibûya mamoste. Xeyala wê ew bû ku dersê bida zarokan. Lê mixabin xeyalên wê nîvco hiştin. Ji ber ku em sedema mirina Rojîn nizanin, em xemgîn û bi hêrs in.”

Jina ciwan Rojîn Kabaîş (21) a ji Amedê, îsal li Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê dest bi xwendinê kir. Rojîn Kabaîş li Wargeha Keçikan a Seyîd Fehîm Arvasî ya Wanê dima. Rojîn roja 27’ê Îlona 2024’an bi awayek guman winda bû û agahî jê nehat girtin. Cenazeyê wê piştî 18 rojan li peravê Behra Wanê li ber gundê Mele Qasimê hat dîtin. Malbata Rojîn Kabaîş destnîşan dike ku keça wan hatiye kuştin ango di encama cînayetekê de hatiye windakirin. Malbat ev sê çar meh in li benda edaletê ye. Herî dawî bavê wê Nîzamettîn Kabaîş li ber Edliyeya Amedê hêrs û nerazîbûna xwe li dijî rayedaran anîbû ziman. Malbata Kabaîş bi pêşengiya Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) û Tora li Dijî Tundiyê ya Amedê ji bo bibin dengê Rojîn Kabaîş li Qada Şêx Seîd daxuyanî dan. Malbata Rojîn Kabaîş jî tev li daxuyaniyê bû. Xembarî û êşa giran li ser rûyê dayik, bav û ferdên malbatê heye û êşa wan wek a roja ewil teze ye.

Dayik û bavê wê Aygul û Nîzamettîn Kabaîş piştî daxuyaniyê ji Ajansa Welat re axivîn û xwestin ji bo keça wan edalet bicih were.

Aygul Kabaîş diyar kir ku ew dixwazin kujerê keça wê derxin holê û wiha axivî: “Qîza min bi xweş û beş çû dibistanê. Tu tiştekî qîza min tune bû. Bila kujerên qîza min veneşêrin. Dibêjin ku wê xwe kuştiye, lê qîza min xwenekuştiye. Çima kujerên wê dernaxin holê? Dosye çiqas tê bi kêmanî derdixin. Bila dosyeya wê bi kêmanî dernexin holê. Heta niha du caran îtîraz hatiye kirin. Bila vê carê dosyeya qîza min rast derxin holê da ku em jî rastiyê fam bikin. Xwedê heqê qîza min ji wan re nehêle. Kujerên wê li ku bin bila derxin holê. Em tev di meraqa vê yekê de ne. Bila dewlet kujeran derxe holê.”

Bavê wê Nîzamettîn Kabaîş jî anî ziman ku ew ji bo hemû zarok û jinên hatine kuştin digirî û got: “Helbet ez ji bo Rojîna xwe bêtir digirîm. Ez ji bo wan hemûyan edaletê dixwazim. Herî dawî min li ber Edliyeya Amedê îsyan kir û min di vê îsyana xwe de xwest bila çav û guhê hemû medyayê ji bo Rojîn jî vebibe. Min xwest dosyeya Rojîn jî were bişopînin. Dilê min pirr dişewitî û min ji kezeba şewitî dengê xwe bilind kir. Ez hêvîdarim wê ji niha şûn ve her kes li ser dosyeyê bisekine û kujer jî werin dîtin. Bila ew qatil werin cezakirin. Ji ber ku em sedema mirina Rojîn nizanin, em xemgîn û bi hêrs in.”

Nîzamettîn Kaplan bang li Wezareta Dadê û Wezareta Karên Navxweyî kir û ev daxwaz kir: “Daxwaziya min ji wan ev e; ez dibêjim bila li ser dosyeya Rojînê bisekinin û bişopînin. Bila bêjin çi bi Rojînê bû. Rojîn li zanîngeh û wargeha dewletê winda bû. Wê Rojîn jî bixwenda û bibûya mamoste. Xeyala wê ew bû ku dersê bida zarokan. Lê mixabin xeyalên wê nîvco hiştin.”

Dayik û bavê Rojîn Kabaîş: Bila kujerên keça me bên dîtin

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar