Bi çûyîna şandeya DEM Partiyê (28.12.2024) ya Îmraliyê re, pêvajoyek nû hat destpêkirin. Bêguman afirîner û pêşengê vê pêvajoya nû Rêber APO ye.
Ji ber piştî rawestandin pêvajoya çareseriya yekê, li Tirkiyeyê siyaset bi tevayî hat xetimandin. Êrîş, komkujî, talan, wêran, bi deh hezaran girtinên siyasî yên Kurd û dostên Kurdan, buhayî, bêkarî û hwd. kiryarên xerab ên dewletê yên dijî civakê, jiyan bi tevayî xiste nava alozî û qeyranên giran.
Jixwe di hilbijartinên dawî yên herêmî yên şaredariyê de, hevalbendiya faşîst a AKP-MHP’ê ji desthilatiyê ve ket.
Di encamên zilm û faşizma vê hevalbendiyê ya deh salên dawî de, hat diyarkirin ku êdî ev rêveberiya zalim û xwînxwar nema dikare desthilatiya xwe bi vê şêwaza malxerab bide meşandin, ji naçarî dîsa vegeriya pêvajoya berî deh salan.
Hilbet ev projeyên ewqas giran, erê gelek bi dilê Receb Erdogan û Devlet Bahçelî ye, lê nexêr, êdî him wan, him jî aqilmend û fermandarên wan ên jor dîtin ku divê ew şêwazê zilmê yê li ser gel û yê li ser Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê bê guhertin û bi reng û dengekî din xwe bide nîşandan.
Pêşangiya vî şêwazê nû dan destê Bahçelî yê ku kesekî herî bi dijwarî neyartiya Kurdan dikir-dike.
Îca gelo, wê di vî tektîkê xwe yê nû de serkeftî bin an na?
Guman nîne ku vê eniya faşist, wê bixwazin siyasetek baş û karekî rind bikin. Lê weke tê gotin û êdî zelal tê zanîn, wê bi tenê bixwazin temenê desthilatiya xwe ya zilmê dirêj bikin û dev ji fêlbaziyên xwe yên xepandinê bernadin, hilbet heta ku karibin biserifînin!
Li aliyê din eniya Kurdistanî ya bi pêşengiya DEM Partiyê jî wê bixwaze zemînê aştî û pergalek demokratîk a azadîxwaz û wekhev xurt bike hewl bide.
Êdî di navbera du eniyên cuda, muzakere yan jî bi gotinek din bazara siyasî, dubare despê kiriye. Ji bo weke ya kevn beravêtî nebe, her alî wê tektîk û hunera xwe ya diplomatîk li goreyî berjewendên xwe bidin xebitandin.
Dema ku ev gotar dihat nivîsandin, şandeya DEM Partiyê ya ji Pervin Buldan, Sirri Sureyya Onder û Ahmet Turk pêk hat, dest bi gera xwe ya serdana sazî û partiyan kiribû.
Pêşî çûn ba Serokê Meclisa Tirk Numan Kurtulmuş. Li pey wî derbasî ba Bahçeli bûn, li warê MHP’ê yê Meclîsê.
Tê xuyakirin ku plansaziya vê gera şandeyê, li Îmraliyê bi Rêber APO re hatiye çêkirin û wê bênavber dewam jî bike.
Divê baştir were zelalkirin, da ku bi vê pêngavê re çi hat xerakirin û guman heye wê çi were çêkirin?
Weke di destpêka nivîsê de hat gotin, ji bo ev serdema hatibû xetimandin (ku wan bixwe dabûn rawestandin, li gor gotina Receb “xistibû dolaba qeşayê”) were vekirin, ji naçarî dîsa serî li Rêbar APO dan, hilbet ne ji bo xêrê çûne û wisa diyar dibe ku di encama bazarên dûr û dirêj de, li ser hinek mijaran pêkhatin çêbûye.
Bi awayekî din jî dikare were şîrovekirin ku êdî pirtir însiyatîfa rojevê bi giranî ketiye destê Rêber APO, ji ber ku berxwedana wî û berxedana heval û gelê wî, dostên wî, destê wî xurtir e, ev tê wateya ku êdî kilîta/mifteha vekirina deriyê pirsgrêkan ketiye destê wî.
Di vê navberê de, hema di heman rojan de, pergala Şamê jî hilweşiya û wisa diyar dibe ku DYA, li gel hevalbendên xwe Îngilistan, Îsraîl û hwd. berê xwe didin hilweşandina Îranê.
Bêguman di van pêşhatinan de, bi taybetî li ser Ukrayna û Sûriyeyê li ser gelek mijaran lihevhatina DYA û Rûsyayê jî tê xuyakirin.
Dema ku mirov li gel vê pêngava nû ya li gel Rêber APO hatiye destpêkirin û van bûyer û rûdanên din, hemûyan di zik hev de şîrove dike, hinek hilweşandin û guherînên sedsala kevn tên ber çavan û her wiha ev dibin nîşaneyên avakirin û guhertinên nû yên sedsala pêş a 21’an jî.
Hema li ser vêya mirov dikare bêjê ew biryar û projeyên sedsala 20’an ên bi navê Sykes-Picot derketibûn holê û li ser çarenûsa reş a Kurdistanê jî bi hevpeymanên Lozanê hatibûn temamkirin, bi vê pêngava nû re hatin hilweşandin û dizaynek nû ya cîhanî pêk tê.
Ev jî tê wateya ku êdî Kurd, wê ne piyon û peyayên biyaniyan bin, na xêr Kurd wê êdî xwedî îradeya xwe bin û wê di listik an plansaziyan de aktor û lîstikvan bin, ne amûrên biyaniyan bin, wê xwediyê çarenûsa xwe bin, ew ê qedera xwe bi xwe binivîsînin!
Bi gotinek din, ji ber ku li Rojhilata Navîn gelê herî birêxistin, herî xwedî plan-proje û xwedî rêberiya xurt, gelê Kurd û Kurdistanê ye, êdî Kurdên di sedsala nû ya 21’ê de, karibin him sazûmankarên plan-projeyên nû yên rind bin, him jî karibin hilweşankarên plan-projeyan nerind bin.
Êdî li ser maseya bazarê, Kurdên berxwedêr wê li rêza pêş rûnên û nema tên xapandin!